Li Silopiyayê agahî ji 2 kesan nayê girtin

Li Silopiyayê, ku dorpêçî û terora dewleta Tirk di roja 17. de ye, ev 2 roj in agahî ji kesên bi navê Sadik Deger (45) û Necatî Bayar nayê girtin.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, berxwedana gel a li hemberî tank û topên dewleta Tirk di roja 17. de dewam dike.

Hêzên dewleta Tirk ên nikarin bikevin nava taxên berxwedanê, li taxên din dest bi pêla binçavkirinê kirine. Polîs li van taxan malên gel dagir dikin û weke baregehê ji xwe re bi kar tînin.

Li taxa Nûhê ya bomberdûman û êrîşên giran li ser heye, ev du roj in agahî ji welatiyên bi navê Sadik Deger (45) û Necatî Bayar nayê girtin. Malbat ji vê rewşê bi fikar in.