Tong ê bi guleya polîsan li Cizîrê birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Kazim Tong ê li Cizîrê bi guleya tîmên taybet ên Tirk ji serê xwe bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da.

Li Cizîrê, ku terora dewletê di roja 17. de dewam dike, Kazim Tong ê ku zarokên xwe ji malekê dibir mala xwe bi guleya polîsên Tirk ji serê xwe bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Tong ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da, wê bişînin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

HEJMARA MIROVÊN LI CIZÎRÊ HATIN QETILKIRIN BÛ 24 KES

Li Cizîrê, ji 14'ê Kanûnê û vir ve di êrîşên hêzên dewletê de tevî pitika di zikê dayika xwe de û Mîray Înce ya 3 mehî, 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.