Silopiyayî, ku ev 17 roj in ji aliyê dewletê ve hatine dorpêçkirin û rastî terora hêzên dewletê tên, li dijî dorpêçiyê daketin kolanan. Parlamenter Îrmez di çalakiyê de axivî û banga piştevaniyê li gelên Tirkiyeyê kir.
Bi dehan kesên ku di nav de Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Aycan Îrmek û Ferhat Encu, Hevşaredarên Silopiyayê Emîne Esmer û Seyfettîn Aydemîr jî hebûn, li hemberî êrîşan daxuyaniyek dan çapemeniyê.
ÎRMEZ: ME NEKARÎ 14 CENAZEYÊN XWE BISPÊRIN AXÊ
Parlamentera Îrmez diyar kir ku dewlet li Silopiya û Cizîrê sûcê li dijî mirovahiyê dike û got, "Mixabin heta niha me nekariye 14 cenazeyên xwe veşêrin. Îşkenceyê li cenazeyên me jî dikin. Qesrê niha bi awayekî fermî şer li hemberî gelê xwe daye destpêkirin. Tevî ku hiqûqa şer jî heye, mixabin li hemberî Kurdan ti qanûn, ti hiqûq derbas nabe."
Îrmez ji bo kesên ji xwe re dibêjin 'demokrat, mirov' ev bang kir: "Eger hûn îro xwedî li gelê Silopiya, Cizîrê, xwedî li gelê Kurd dernekevin, sibe ev bûyer wê bi serê we de jî were. Werin em bi hev re dawî li vî şerî bînin. Bi berxwedanê re em dikarin şerê qesrê bisekinînin."
BALIN: ÇAREYA YEKAN E, BERXWEDAN E
Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Alî Balin jî da xuyakirin ku ew ê heta dawiyê xwerêveberiyên xwe bipar3ezin û got, "Yekane çareseriya li dijî şerê qesrê, berxwedan e." Çalakî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.
GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di vê navberê de polîs û leşkeran avêtin ser gelek malên li taxên Cûmhûriyet, Dîcle û Ofîsê û gelek kes girin binçavan. Di serdegirtinên duh êvarê yên li taxa Cûmhûriyetê de Firat Zeyrek (17), Sebahattîn Zeyrek (19) û Mahsûm Deger (20) hatin binçavkirin û ew birin Fermandariya Navçeyê ya Jendermeyan.