Yuksekdag: Berxwedana ku jin di nav de ye têk naçe
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bal kişand ser rola jinan a di berxwedana xwerêveberiyan de û got, "Eger jin wisa li ber xwe dide, ew berxwedan têk naçe."
ANF
WAN
çarşem, 30 berfanbarê 2015, 12:59
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bal kişand ser rola jinan a di berxwedana xwerêveberiyan de û got, "Eger jin wisa li ber xwe dide, ew berxwedan têk naçe."
Konferansa Bajêr a Jin a HDP'a Wanê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag destpê kir. Piştî axaftinên destpêkê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî û balê kişand ser berxwedana xwerêveberiya li Kurdistanê. Yuksekdag diyar kir ku gelê Kurd bi komkujiyê re rû bi rû ye û got "Ev gel ê li ber celadê xwe serî netewîne."
Yuksekdag diyar kir ku hêzên dewletê li qadên xwerêveberiyê di nav hewldanên komkujiyê de ye û wiha berdewam kir: "Gel û axa ku we parçe kiriye em ê bikin yek." Yuksekdag bal kişand ser nîqaşên der barê parlamenterên HDP'ê de û got "Hun kî ne. Hun faşîst in. Em siyasetmedarên vî gelî ne. Parazvanên gel li ber gefan serî natewîne."
Yuksekdag anî ziman ku berxwedana ku jin xwedî lê derkeve ew berxwedan têk naçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinên li qadên xwerrêveberiyê li hemberî tank û topan jî terka malên xwe nakin û têkoşînê didin. Dîwarên malên xwe ji nû ve ava dikin. Ji dîwarên hatine xira kirin, barîkatan datîne. Eger jin wisa li ber xwe dide, ew berxwedan têk naçe. Dewleta ku li hemberî berxwedana jina Kurd biserneket, zarokan û jinên ducanî qetil dike."