HPG: Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di çalakiyeke gerîla ya li hemberî tabûra Zivingê ya li Gabarê de 2 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di çalakiyeke gerîla ya li hemberî tabûra Zivingê ya li Gabarê de 2 leşker hatine kuştin. 

LI GABARÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku roja 28'ê Kanûnê saet di 10:40 de hêzên gerîla li qada Gabarê li hemberî tabûra Zivingê çalakiyek pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Derbên bi bandor li leşkerên li hundirê tabûrê hatin xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC miriyên xwe bi helîkoptera bi tîpa Skorsky rakir. Ev çalakî ji bo bîranîna 3 hevrêyên me yên li Kerboranê şehîd ketine, hatiye lidarxistin."

ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ QADÊN GERÎLA DEWAM DIKIN

Di dewama daxuyaniyê de li ser êrîşên li hemberî qadên gerîla ev agahî hatin dayîn:

"Roja 29'ê Kanûnê saet di 00:30 de balafirên şer ên artêşa TC, bombe li derdora gundên Zergelê, Enzê û Bolê yên herêma Qendîlê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

30'ê Kanûnê (îro) saet di navbera 01:00-12:00 de qereqola Elemûn a li ser xeta sînor a herêma Metîna; Girê Zerdûra bi obus, hawan û tankan bombe kir.

Di navbera 29-30'ê Kanûnê saet di navbera 22:00-07:00 de li herêma Heftanînê, saet di navbera 23:30-01:30 de li herêma Zapê, roja 29'ê Kanûnê saet di navbera 08:00-11:00 û 22:30 heta saet 05:00 ê danê sibehê li herêma Garê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin. Her wiha roja 29'ê Kanûnê saet di navbera 21:30-22:30 de li herêma Metîna, saet di navbera 22:00-00:00 de li herêma Heftanînê, saet di navbera 23:00 heta 01:00 ê şevê li herêma Zapê balafirên şer geriyan."