Li Kanadayê qetlîama Roboskî hat protestokirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê ji bo salvegera qetlîama Roboskî û Mereşê li Navenda Civaka Kurd bîranînek hat lidarxistin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê ji bo salvegera qetlîama Roboskî û Mereşê li Navenda Civaka Kurd bîranînek hat lidarxistin.

Girseya ji bo bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Torontoyê kombû, bi rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên şoreşê destpê kir.

Di bîranînê de hat gotin ku, “qetlîam tê wateya qirkirina gelê Kurd û hê niha jî li Kurdistanê ev tê berdewamkirin”. Ji bo dawîanîna qetlîaman bang li hemû Kurd û dostên wan hat kirin ku berdewama axaftina bîranine de wiha hat destnîşankirin: “li hember qetlîaman bê deng nemînin û rabin ser piyan.” Di bîranînê de helbestên li ser qetlîama Roboskî û Mereşê hatin xwendin. Bîranîn bi nîşandana sînevîzyone a di derbarê  qetlîaman de hat temaşekirin û bi dirûşman bi dawî bû.

...