KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Însiyatîfa Gelê Qoserê banga rawestandina jiyanê kir
Însiyatîfa Gelê Qoserê ji bo li dijî êrîşên terora dewletê bisekine û li yên di berxwedanan de jiyana xwe ji dest dane xwedî derkeve, banga mezinkirina berxwedanê û sibehê banga li Qoserê rawestandina jiyanê kir. -
Li ser gelê li hember êrîşan ‘tedbîr digirtin’ gule hat reşandin
Li Nisêbînê li ser gelê li hember êrîşan bend avadikirin gule hat reşandin. -
Li Sydney bîranînên Mereş û Roboskî
Li bajarê Sydney ê Avûstralya, kesên di qetlîamên Mereş û Roboskî jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. -
HSD’ê, 3 gund û 3 gundik rizgar kir
HSD’’ê li başûrê Sirînê 3 gund û 3 gundik rizgarkirin. HSD’ê Gelek guleyên hewanan û bombeyên destan girt dest û wesayîteke bombebarkirî hat ruxandin. -
Li Rheîne Komaleyek nû hat avakirin
Kurdistaniyên li bajarê Rheîne ya Elmanyayê, Navenda Çandê ya beriya 3 mehan bi fermi îlankirin bi şevek a aktîvîteya piştevaniyê ve vekirin. -
Li Cizîrê dema derbasbûna wesayîta zirxî teqîn pêk hat
Li Cizîrê ya ku terora dewleta Tirk li hember berxwedana xwerêveberiyan didome, hat diyarkirin ku dema wesayîtek zirxî ya gelek polîs û leşker tê de hewl da bikeve Taxa Nûrê teqînek mezin pêk hat. -
Di salvegera 4'emîn de qatlîama Roboskî hate şermezarkirin
19 jê zarok 34 kesên ku ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin qetilkirin di salvegera 4'emîn a qatlîamê de hatin bibîranîn. -
Demîrtaş: Bi tewrên ez xeyidîme naleyîzim, welat nayê bi rêvebirin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş biryara betalkirina hevdîtina bi Serokwezîr Davutoglu re nirxand û got "Heyfa vî welatî ye. Heya ku hikumet li hemberî gel şer hilbijêre, her zindî jî mecbûr e ku xwe biparêze. -
Li Edeneyê ji bo protestokirina qetlîaman baga jiyanê rawestîne
Li Edeneyê HDP, HDK, KJA, TUHAD-FED, DEM-GENÇ, MKM, KURDÎ-DER û MEYA-DER bi armanca protestokirina qetlîamên dewleta Tirk banga jiyanê rawestînin û beşdarî meşa ku were li dar xistin hat kirin. -
Ala HSD'ê li ser Bendava Tişrînê di heje
HSD’ê Bendava Teşrînê bi temamî xist bin qontrola xwe, ala xwe li ser bendavê çikiland. -
Ji HPG'ê daxuyaniya li ser Kerboranê
HPG'ê diyar kir, ku li gundê Mêranê yê navçeya Mêrdîn Kerboranê, di navbera komeke gerîla ya duh bi wezîfeya xwe radibû û leşkeran de şer derket. Hat ragihandin ku di şer de 3 gerîla û sivîlekî li herêmê jiyana xwe ji dest dane. -
Hêzên YPG/YPJ'ê bersiv dan êrîşên çeteyan
Çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam êrîşî Heleb, Hesekê û Silûkê kirin. Hêzên YPG/YPJ jî di cih de bersiv dan êrîşên çeteyan. -
YDG-H: Em ê nehêlin ti hêzeke dagirker bikeve nava qadên xwerêveberiyê
YDG-H da xuyakirin ku rejîma AKP nikare bikeve nava qadên xwerêveberiyê û sivîlan ji xwe re weke mertal bi kar tîne. -
Li Hezex û Stewrê gel li dijî êrîşên dewletê daket kolanan
Bi hezaran kesên li Hezex û Stewrê daketin kolanan, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana xwerêveberiyê ya li Botanê silav kirin. -
Li Kerboranê teqîna duyemîn
Li navçeya Kerboranê di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de li ber taxa Safa teqîneke mezin rû da. Hat ragihandin ku ambûlans sewqî herêmê hatiye kirin. -
Li Şirnexê polîsên Tirk êrîşî meşê kirin: Birîndar hene / HAT NÛKİRİN
Meşa ku li navenda bajarê Şirnexê ji bo Cizîr û Silopiya ku di bin terora dewleta Tirk de ne pêk hat, rastî êrîşa polîsên Tirk hat. Bi êrîşan ve şer destpê kir. -
Êrîşên li hemberî taxên berxwedêr ên Cizîrê zêde bûn
Hêzên dewlet Tirk, êrîşên xwe yên bi tank, top û çekên giran li hemberî taxên berxwedêr ên Cizîrê dikin, zêde kirin. Ciwanekî bi navê Mehmet Erîş, ji ber guleya polîsên tevgera taybet ên Tirk, birîndar bû. -
Ji bo merasîma bîranînê ya Roboskî amadekarî temam bûn
Ji bo merasîma bîranînê ya salvegera 4. a komkujiya Roboskî amadekarî bi dawî bûn. -
Deklarasyona çareseriya siyasî ya têkildarî xwerêveberiyan
Encamnameya Civata Ggiştî ya KCD'ê hat aşkerekirin. Deklarasyona bi serenavê "Deklarasyona çareseriya siyasî ya têkildarî xwerêveberiyan" ji aliyê Hevserokên KCD'ê ve bi Kurdî û Tirkî hatin xwendin. -
Li Amedê Yekîneyên Parastina Sivîlan-YPS hat îlankirin
Hêzên parastinê yên ku heta niha bi pêşengiya rêxistinên cuda li ber xwe didan, êdî xwe bi navê 'Yekîneyên Parastina Sivîlan-YPS' bi rêxistin dikin. -
Ji ber dorpêçî û qedexeyê dengbêj Salihê Şirnexî jî jiyana xwe ji dest da
Li Silopiyayê, ji ber topbaran û êrîşên dijwar ên bi tank û çekên giran, dengbêjê navdar ê Botanê Salihê Şirnexî (Salih Erener) jiyana xwe ji dest da. -
Li Kerboranê teqîna dijwar
Li taxa Safa ya Kerboranê, ku şer lê giran e teqîneke dijwar rû da. -
5 roj in agahî ji 5 kesên li avahiyekê asê mane nayê girtin
Li navçeya Cizîrê, ev 5 roj in agahî ji 5 kesên li avahiyeke li taxa Yafesê asê mane, agahî nayê wergirtin. -
Li Kerboranê zexta koçberiyê li gel tê kirin
Li Kerboranê, ku tevî hemû êrîşên giran ên dewletê jî gel malên xwe naterikîne, hêzên dewletê bi zorê malên gel dagir dikin. -
Li Qamişlo, meşa xwedîderketina li Bakur
Ji bo silavkirina xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, bi hezaran Qamişloyî ber bi sînorê Nisêbînê ve meşiyan.