HSD’ê, 3 gund û 3 gundik rizgar kir
HSD’’ê li başûrê Sirînê 3 gund û 3 gundik rizgarkirin. HSD’ê Gelek guleyên hewanan û bombeyên destan girt dest û wesayîteke bombebarkirî hat ruxandin.
HSD’’ê li başûrê Sirînê 3 gund û 3 gundik rizgarkirin. HSD’ê Gelek guleyên hewanan û bombeyên destan girt dest û wesayîteke bombebarkirî hat ruxandin.
HSD’’ê li başûrê Sirînê 3 gund û 3 gundik rizgarkirin. HSD’ê Gelek guleyên hewanan û bombeyên destan girt dest û wesayîteke bombebarkirî hat tinekirin.
Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) ku pêngava “Hemleya paqijkirina gundewarên başurê Kobanê ya ji çeteyan” dabû destpêkirin, bi rizgarkirina gundan re berdewam dike. HSD’ê piştî rizgarkirina 5 gund û 2 gundikan, 3 gundên bi navê Bîrdamê, Tenduşanê, Miwaliyê û 3 gundikên girêdayên wan ên li başurê bajaroka Sirînê dikeve hatin rizgarkirin.
Bi rizgarkirina van gundan re gelek cebilxaneyên wek e doçkayek, zincîra wî ya 100 libî û qutiya doçkayê, biksiyek û gelek guleyên wî, 8 rext, 4 çente bisvîng û 15 roketên wî, gelek guleyên hewanê ku hejmara wan nehat hînbûn û her wiha 14 cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê ketin destê HSD’ê.
Di van pêvçûnan de çeteyên DAIŞ’ê xwe paşve dikşînin, welatiyên sivîl ji xwe re dikin mertal. Hat gotin ku şervanên HSD’ê ji bo zirar negihije welatiyan û pir baldarî pêşve diçin.
Hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê dema wesayîtek tije teqemenî bi ser yekîneyên HSD’ê ve diçû, beriya bigihije hedefa xwe ji dûr ve hat rûxandin.