Li Amedê Yekîneyên Parastina Sivîlan-YPS hat îlankirin

Hêzên parastinê yên ku heta niha bi pêşengiya rêxistinên cuda li ber xwe didan, êdî xwe bi navê 'Yekîneyên Parastina Sivîlan-YPS' bi rêxistin dikin.

Li dijî şerê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, xweparastina gelê Kurd ket qonaxeke nû. Hêzên parastinê yên ku heta niha bi pêşengiya rêxistinên cuda li ber xwe didan, êdî xwe bi navê 'Yekîneyên Parastina Sivîlan-YPS' bi rêxistin dikin.

Piştî Cizîrê, li Amedê jî YPS hat îlankirin. Fermandariya Amedê ya YPS'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gelê Amedê kir û got, "Weke hemû hêzên gel ên rêxistinbûyî yên li Amedê li ber xwe didin, em ji gelê Amedê yê welatparêz û tevahiya raya giştî ya demokratîk re îlan dikin, ku me biryar dane di bin navê YEKÎNEYÊN PARASTINA SIVÎLAN-AMED de bibin yek."

Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya YPS a Amedê de bal hat kişandin ser terora dewletê û berxwedana gel a li Kurdistanê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Sîstema mêtînger a di destpêka sedsala 20'an de li erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn hat avakirin, di asta heyî de bi têkoşîna 40 salan a gelê me ya bi pêşengiya Rêber Apo û bi pêşketinên nû yên li qada navneteweyî re îflas kiriye. Rêberê me û Tevgera Azadiyê yên ku ev rewş nirxandin, li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn, sîstemeke xwe dispêre esasa jiyan azad, demokratîk û wekhev a gelên me, ava kirine."

Fermandariya YPS'ê da xuyakirin ku Tevgera Azadiyê û gerîla, ji bo vê sîstemê ava bikin gelek caran bi awayekî yekalî agirbest îlan kirin, fedekariyên gelekî mezin kirin û berdêl dan û got, "Li hemberî vê yekê, di serî de Komara Tirkiyeyê, her çar netewe dewletên li Kurdistanê, bi tifaqa di navbera xwe re, qanûnên poşmanî û bêrûmetiyê weke çareserî li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd û gel ferz kirin."

DEWLETA TIRK ÊRÎŞ DIKE, CIWANÊN KURD LI BER XWE DIDIN

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên bi pêşengiya AKP'ê li hemberî Bakur û Rojava dike û hat gotin, "Li hemberî van hemû êrîşan, di serî de ciwanên Kurd ên zane û rêxistinbûyî, tevahiya gelê me, li dijî êrîşên bêhiqûqî û dijminane, bi pêşengiya YDG-H, neçar ma qadên xwe yên jiyanê, tax û bajarên xwe biparêze. Çeteyên faşîst ên Tayyîp Erdogan bi awayekî herî tund êrîşî mafê xweparastinê kirin, ku ev maf mafê herî rewa ye. Bi navê 'zarokên keviran diavêjin' re zarokên Kurd xistin nava kategoriyan. Qîma xwe bi vê jî neanîn, rabûn qanûn derxistin û bi van qanûnan re înfazkirina ciwanên Kurd rewa nîşan dan. Herî dawî, xendek û bendên li dijî êrîşên li hemberî daxwaza xwerêveberiya meclîsên gel hatin avakirin, ji xwe re kirin bahane û bi tank û topan dor li bajaran girtin. Bi pêkanînên xwe yên rewşa awarte ya bi heman re, bi operasyonên tinekirinê yên topyekûn re îlan kirin ku ew ê me tine bikin û dest bi êrîşê kirin.

ME LI BER XWE DAN, EM Ê LI BER XWE BIDIN

Bêguman çawa ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê li hemberî êrîşan li ber xwe dane, weke Kurdên azad ên ji aliyê Rêber Apo ve hatine afirandin, me jî li Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, Sûr, Gever, Kerboran, Dêrik û her devera em lê bi rêxistinin li ber xwe dan û em ê li ber xwe bidin. Em ê bi keviran li ber xwe bidin, em ê bi molotofan li ber xwe bidin, em ê bi çekan li ber xwe bidin. Li ber bend û xendekan, bi herikîna nava kolanan a bi deh hezaran re em ê li ber xwe bidin. Ew çiqasî bêjin 'em ê tine bikin' û qirkirinê li ser gelekî ferz bikin, em ê jî hebûna xwe biparêzin. Ji ber ku ev têkoşîn têkoşîna man û nemanê ya lêgerînerên azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd e. Ne tenê li ber xwe bidin, em ê li her devera lê ne jiyana azad a demokratîk ava bikin."

YEKÎNEYÊN PARASTINA SIVÎLAN-YPS HAT ÎLANKIRIN

Fermandariya Amedê ya YPS'ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li Farqîn û Sûrê û ev peyama girîng da:

"Dijmin beriya bi demeke kurt, bi hêzeke gelekî mezin a artêşê êrîşî Farqînê kir. Lê belê jê nehat ku vîna azadiyê ya li vê derê bişikîne. Gelê me bi dîmenên îbretî alem, hêzên dagirker qewirand. Êrîşên ku nêzî meheke li hemberî Sûrê tên kirin, nîşan didin ku êdî dewlet li vî bajarî qediya ye. Bi tankên xwe yên li dora bajêr bi cih kirine û bi cînayetên bi destê sekvanên xwe ve dikin re nîşanî tevahiya cîhanê dane, ku di kîjan astê de dijminatiyê li her tiştên li ser vê xakê ne, dikin. Li hemberî van êrîşan, gel û ciwanan bi awayekî zelal nîşan dan ku bi derfetên herî biçûk ew ê li ber xwe bidin û teslîmî dagirkeran nebin.

Berxwedana gelê me ya ku li hemberî van êrîşan bi pêşengiya YDG-H da meşandin, dem hatiye ku êdî di bin sîwaneke bêhtir rêxistinbûyî de were mezinkirin. Li ser vê bingehê em ji gelê Amedê yê welatparêz û tevahiya raya giştî ya demokratîk re îlan dikin, ku me biryar dane di bin navê YEKÎNEYÊN PARASTINA SIVÎLAN-AMED de bibin yek."

Weke YPS-Amed, di şexsê hevrêyên xwe Berfîn, Rûken, Senar, Sertîp, Soro, Amed, Mazlûm, ararat, Ekîn, Serkan û Canfeda yên di pêvajoya têkoşînê ya bihurî de şehî ketin, li ser bingeha dilsoziya bi hemû şehîdên xwe re em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û vê têkoşînê bi ser bixînin. Gelê Kurd wê roja azadiyê ya pêşeroja Rojhilata Navîn, ji Sûrê Amedê yên ku dergûşa şaristaniya demokratîk e, bilind bike. Dirûşmên azadî û serketinê yên berxwedêrên zîndana Amedê, wê li ser xaka Kurdistanê şîn bibin. Ji bo mezinkirina vê doza pîroz û bi rûmet, em bang li tevahiya gelê Amedê, bi tayebtî jin û ciwanên Amedê dikin, ku tevlî refên YPS-Amed bibin û di pêşeniya wê de têkoşînê mezin bikin.

Serketin wê di xeta Rêber Apo de bibe ya gelên Kurdistanê yên di berxwedana rêxistinbûyî de israr dikin."