KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Kerboranê leşkeran li wesayîtekê gule barandin: 4 kes hatin qetilkirin
Hat ragihandin ku di encama gulebarandina leşkerên Tirk a li ser wesayîta li gundê Meranê ya Kerboranê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Barzanî bi Dawûtoglû re civiya
Li Stenbolê Nêçîrvan Barzanî li Ofîsa Dolmabahçeyê bi Serowezîrê Tirk Ahmed Davûtoglû re civiya. -
HPG: 5 leşker hatin kuştin
HPG’ê diyar kir ku li qada Şêx Cûma ya girêdayî Bedlîsê artêşa Tirk operasyonek berfireh li dar xist. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakî û şer de 5 leşker hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn. -
Onder: Ocalan qewimînên Rojhilata Navîn kêlî bi kêlî pê derxist
Berdevkê Heyeta Îmrali ya HDP’ê Sirri Sureyya Onder di Civata Giştî ya KCD’ê de axivî, wiha got: “Birêz Ocalan di hucreya xwe ya 4 metrekare de beriya navê DAIŞ’ê derkeve holê, bê kî li Rojhilata Navîn wê çi bike, kî çi neke kêlî bi kêlî pê derxist.” -
Bendava Teşrînê bi temamî azad bû
Hêzên HSD'ê, di çarçoveya pêngava li başûrê Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de, Bendava Teşrînê bi temamî azad kirin. -
Hêzên dewleta Tirk li Sûrê malek bombardûman kirin
Li navçeya Sûrê hêzên dewleta Tirk malek din bombardûman kirin. Di mala de zarokek û jinek ducanî jî hebûn. Li hemberî êrîşên hêzên dewleta Tirk, berxwedana gel dewam dike. -
Li Şirnexê polîsên Tirk 2 sivîl birîndar kirin
Birîndar danê sibehê rakirin Nexweşxaneya Dewlete ya Şirnexê. -
Banga tevlîbûna merasîma 4. salvegera qetlîama Roboskî
Roboskiyan ji bo merasîma 4. salvegera qetlîama Roboskî ya 28’ê Kanûnê 34 sivîl di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de hatibûn qetilkirin, bi şîara “Li Dijî Qetlîaman Xwerêveberî, Dijî Şer Aştî” ve banga tevlîbûnê kir. -
Keça Dayika Taybet ji Erdogan re got: Tu me hemûyan qetil bike jî em ê ji vê dozê venegerin
Keça Taybet Înan a ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilklirin û cenazeyên wê bi rojan li naverastê hat hiştin Azîme Înan ji Erdogan re got, "Hesabê vê wê were pirsîn. Tu me hemûyan qetil bike jî, em ê dev ji vê dozê bernedin." -
Berxwedana Silopiya û Cizîrê di roja 13. de ye
Li navçeyên Silopiya û Cizîrê ku dorpêçî û terora dewleta Tirk di roja 13. de ye, berxwedana xwerêveberiyê dewam dike. -
Li sînorê Rojava-Bakur çalakî didome
Çalakiya piştgirîdayina berxwedana gelê li Bakurê Kurdistanê ya li ser sînorê gundê Ên Dîwar ê bajarê Dêrîkê di roja xwe ya heftemîn de didome. -
Hînê baş nehat derman, ew binçav kirin
Yakûp Kûral ê li Cizîrê bi guleya hêzên dewletê birîndar bû, hînê baş nehatibû tedawîkirin ji aliyê polîsan ve bi zorê hat binçavkirin. -
Demîrtaş: Berxwedan wê bi ser bikeve; Kurd wê bibin vîna siyasî
Demîrtaş got, "Bend û xendek ne ji bo xwerêveberiyê, li dijî biryara komkujiyê ya Enqereyê hatin avakirin. Ji xwe xwerêveberî daxwazeke nû nîne. Daxwazeke ku bi sedan salan e gel dixwaze ye." -
Kurdistanî ji bo şikandina dorpêçiyê li ser rêya Kerboranê ne
Bi armanca şikandina dorpêçiyê, tevî hemû hewldanan bi sedan kes ji Mîdyadê berê xwe dan Kerboranê. Girseya gel ku di nav de wekîlên HDP'yî jî hene, careke din ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. -
Xebatkara Azadiya Welat hate binçavkirin
Li navçeya Dêrikê xebatkara rojnameya Azadiya Welat Yasemîn Yilmaz û jineke ku navê wê nehat hînbûn hatin binçavkirin. -
TAK'ê berpirsyariya êrîşa li Sabîha Gokçen girt ser milê xwe
TAK'ê berpirsyariya êrîşa bi topên hawanê ya li Balafirgeha Sabîha Gokçen girt ser milê xwe. TAK'ê hişyarî da tûrîstên biyanî ku neyên Tirkiyeyê. -
Dîcle: Li çiyê têk çûn, wê li bajaran jî têk biçin
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di Civata Giştî ya Awarte ya KCD'ê de ji delegasyonê re axivî. -
Gelo leşkerên Tirk bi hevkariya PDK'ê hewl dide Rojava dagir bike?
Tê gotin, ku leşkerên Tirk bi hevkariya koma çete ya bi navê 'Pêşmergeyên Rojava' ku pêwendiya xwe bi PDK'ê re heye, hewl dan Girkê Legê dagir bike. -
Civata Giştî ya KCD'ê dewam dike
Selma Irmak: Zarok, dê, bav li ser hev tên qetilklirin. Pitika 6 mehî Meral li Cizîrê hat qetilkirin. Gule li kal û pîrê wê hat reşandin. Dijderketin, îsyana li hemberî vê yekê, maf e. Kurdekî bi tenê bimîne jî em ê ji xwerêveberiyê venegerin. -
Bendava Teşrînê çima girîng e?
Herêma Teşrîn a ser bi navçeya Minbic a Helebê, 115 kîlometre dûrî navenda Helebê, 80 kîlometre jî dûrî ser xetê (Bakurê Kurdistanê) ye. Bendav ceyrana herêmê bi tevahî diafirîne. -
Rojnamevana Hollandî Geerdînk: Kurd bûne kabûsê Erdogan
Rojnamevana Hollandî Fredîke Geerdînk diyar kir ku di encama têkoşîna Kurdan de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan tengav bûye û got, "Kurd bûne kabûsê herî giran ê Erdogan." -
'Di dema Raperînê e Bakur li me xwedî derket, niha dora xwedîderketinê ya Başûr e'
Berdevkê Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî got, "Di sala 1990'î de dema Raperînê destpê kir, gelê Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran welatiyên ji Başûrê Kurdistanê vehewand. Niha dora xwedîderketinê ya me ye." -
Kalê pitika bi guleya polîsan hat qetilkirin jî jiyana xwe ji dest da
Ramazan Înce, duh dema neviya xwe Meral Înce ya 6 mehî ku ji ber guleyên tîmên taybet ên Tirk jiyana xwe ji dest da dibir ji ambûlansê re, bi guleyên polîsên Tirk birîndar bû. Kal Înce li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
'Wê hesabê êrîşan bê pirsîn'
Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê ku ev du roj in hewl didin xwe bigihînin navçeya Kerboranê diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşan axa xwe biparêzin. Dayikan gotin: "Zarokên me tên qetilkirin. Em ê axa xwe biparêzin. Wê hesabê van êrîşan teqez bê pirsîn." -
Hêzên HSD'ê 13 çete bi saxî zevt kirin
Di çarçoveya operasyonên HSD'ê yên li bejahiya başûrê Kobanê de, 13 çeteyên DIAŞ'ê yên xwe di nava gundiyan de veşartibûn, bi saxî hatin zevtkirin.