KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Suryaniyan ji ber komkujiyên AKP dike, Noel pîroz nekirin
Ji ber komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, Suryaniyan Cejna Noelê pîroz nekirin. Suryaniyan diyar kirin ku hêzên dewletê bi tank û topan Kurdistan kirine dojeh. -
Cenazeyên 3 welatiyên li Amedê hatin qetilkirin nayên dayîn
Cenazeyên 3 kesên li Amedê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hatin qetilkirin, tevî ku otopsiya wan hatiye kirin jî radestî malbatan nayên kirin. -
KCD-E: Em beşdarî meşa li Dusseldofê bibin
KCD-E, ji bo meşa sibe ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê, ku wê komkujiyên dewleta Tirk lê were şermezarkirin, banga tevlîbûnê kir. -
Cenazeyên 2 kesên hatin qetilkirin anîn Şirnexê
Cenazeyên 2 kesên ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ji bo otopsiyê anîn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. -
Hêzên dewletê gule li gelê qedexe nas nekir reşandin
Li Cizîra Botan, gelê ku li hemberî qedexeya derketina derve daket kolanan, rastî guleyên hêzên dewletê hat. Di gulereşandinê de jina bi navê Nahîde Çikmaer a 40 salî bi guleyên çekdarên dewletê birîndar bû. -
PDKS: Divê her kes destekê bide berxwedana xwerêveberiyê
Endamê Komîteya Partiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Hiso diyar kir ku ew destekê didin berxwedana xwerêveberiyê ya gelê li Bakurê Kurdistanê. Hiso ji her kesî xwest ku piştgiriyê bide xwerêveberî û xweparastinê. -
Ji YDG-H Silopiyayê daxuyanî
Koordînasyona YDG-H a Silopiyayê da xuyakirin, ku eger êrîş dewam bikin, ew ê çalakiyên bersivdayînê qat bi qat zêde bike. Koordînasyonê bang li ciwanan kir, ku tevlî nava refên têkoşîna wan bibin. -
Li Roboskî wê komxebata reda wijdanî bê lidarxistin
Li Roboskî, wê bi şiyara 'Li dijî komkujiyan jiyan, li dijî şer aştî' komxebata reda wijdanî were lidarxistin. -
Sûr ev 24 roj in li ber xwe dide
Li Sûrê, li dijî êrîşên giran ên dewlet Tirk gel ev 24 roj in bi biryardarî li ber xwe dide. Şer li taxên Hasirli û Kûrşûnlû û derdora Bazaran Yogûtçû, giran bû. -
Ji bo şermezarkirina terora dewletê, li Geverê jiyan sekinî
Bi armanca şermezarkirina terora dewletê, li Geverê esnafan dikan venekirin, xwendekar neçûn dibistanan û ajokaran kontak girtin. -
Berxwedana xwerêveberiyê li Ûppsala hat silavkirin
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Ûppsala dijîn, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî daxwaza Xweseriya Demokratîk, destek da berxwedanên xwerêveberiyê yên li Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Kerboranê. -
Ji birîndarên li Cizîrê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li taxa Yafes a Cizîrê, leşkerên Tirk duh êvarê ji girê Ser Bane Cirf êrîş kiribûn. Abdulmecît Yanik û Haci Ozdal ê di vê êrîşa hêzên dewleta Tirk de bi girîndarî birîndar bûn, jiyana xwe ji dest dan. -
Mizgeftên Kurd wê li dijî AKP'ê çalakiyan lidar bixin
Bi dehan mizgeftên li Ewropayê yên ser bi CÎK'ê, piştî nimêja îro ya Înê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, wê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. -
Li navenda Şirnexê şerekî dijwar diqewime
Li navenda bajarê Şirnexê, şerekî dijwar destpê kir. Piştî ku polîsên Tirk danê sibehê êrîşî taxa Dîcle kirin û ciwanan bersiv dan vê êrîşê, şerekî dijwar destpê kir. -
Li Ewropayê çalakiyên xwedîderketina li xwerêveberiyê
Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Elmanya, Fransa û Awûstûryayê li hev civiyan, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê protesto kirin û xwerêveberî silav kirin. -
Erzîncan: Berxwedana me wê mezintir bibe
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Daxwaza xwerêveberiyê ya jinan û azadbûna Rêberê me mijarên di nava hev de ne. Yek nebe ya din jî nabe." -
Ciwanên Kerkûkî berxwedana xwerêveberiyê silav kirin
Li Kerkûkê ciwanan, berxwedana gelê Kurd a li dijî polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk silav kirin. -
Êrîşên li ser Şêxmeqsûd didomin
Çeteyên El-Nusra û Ehrar Sûriya êrîşên xwe yên bi bi çekên giran li ser taxa Şêxmeqsûd didomînin. -
Partiyên Endamên KNK’ê: Dijminê me yê neteweyî Dewleta Tirk e!
KNK’ê, li Hewlêrê civîna xwe ya asayî pêk anî. Di civînê de hat xwestin ku li hember dewleta Tirk xwedî li berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê derkevin. Di civînê de hinek biryar hatin girtin. -
Amed ji bo Sûrê herikî qadan
Amedî ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Sûrê û şikandina dorpêça herikîn qadan. Girseya ku li pêşiya avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bû, rastî êrîşên polîsên Tirk hat. -
Nasnameyên 3 ciwanên ku li Amedê hatin qetilkirin diyar bû
3 ciwanên ji aliyê hêzên dewleta Tirk îro li Amedê hatin înfazkirin hate ragihandin ku Şoreş Mûtlû, Sezgîn Demîrok û Cuneyt Yenî ne. -
Şervanê YPG Gunay, wê sibehê li Bongîlanê ber bi rêwîtiya dawî bê oxirbikin
Li Rojava beriya 3 mehan şervanê YPG’ê Agîd Gunay ê di şerêkî de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da, wê sibehê li gundê Azad ê girêdayî Bongîlanê ber bi rêwîtiya dawî ve were oxirbikin. -
Artêşa Tirk êrîşî Girê Spî dike
Artêşa Tirk bi çeka doşka bajarê Girê Spî armanc digre. -
Polîsên Tirk ser avahiya ESP'ê ya li Îzmîrê de girtin
Polîsên Tirk ser avahiya Rêxistina ESP'ê a li Îzmîrê de girtin. -
Li Silopiyayê êrîş dijwar bûn: gelek mal dişewitin
Li Silopiyayê ku terora dewleta Tirk di roja 12. de didome, hêzên artêşa Tirk nikarin berxwedana gel bişkînin, di satên şevê de êrîşên xwe dijwartir kirin.