Ciwanên Kerkûkî berxwedana xwerêveberiyê silav kirin

Li Kerkûkê ciwanan, berxwedana gelê Kurd a li dijî polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk silav kirin.

Li Kerkûkê ciwanan, berxwedana gelê Kurd a li dijî polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk silav kirin.

Îro li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê di pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê de ji bo xwedîderketina berxwedana Bakurê Kurdistanê çalakî hat lidarxistin. Ciwanên li Bazara Gel a Rehîmava kombûn, ber bi terqerêya Kerkûk-Hewlerê ve ketin meşê. Girseya dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Bakûr Ne Bi Tenê Ye, Başûr Bi Te Re Ye” berz kirin, ji bo balê bikşînin ser berxwedana Bakurê Kurdistanê û polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk, rêya Kerkûk- Hewlêrê nêzî nîv saetê ji trafîkê re girtin.
Endamên tevgera ciwanan diyar kirin ku heta rayedarek neyê wê rê ji trafîkê re venekin. Li ser vê daxwaza ciwanan, Parlamenterê Parlamentoya Iraqê yê YNK’ê Rebwar Taha hat, bi daxuyaniyek hevpar ve dawî li çalakiya girtina rê anîn.

 ‘HETA BÊDENGIYA BAŞÛR BI DAWÎ BIKIN, EM Ê ÇALAKIYÊN XWE BIDOMÎNIN’

Di daxuyaniyê de li ser navê tevgera ciwanan Rebaz Hesen axivî, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî yên ku li hember berxwedanê bê deng dimînin rexne kir, bal kişand ku divê li dijî polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk, tevahî Kurd piştgiriyê bidin Kurdên li Bakur, wiha pê de çû: “Em wek Tevgera Ciwanên Welatparêz, em ji bo silavkirina berxwedana gelê Kurdê li Bakur a li dijî dewleta Tirk, şermezarkirina hewldanên qetlîamê yên dewleta Tirk û protestokirina bêdengiya Başûrê Kurdistanê li vir kom bûn.” Di axaftinê de hat gotin ku hin li cem polîtîkayên qetlîamê yên li ser Kurdan disekinin, piştgiriya Erdogan û dewleta Tirk dikin. Herî dawî Hesen wiha got: “Heta bêdengiya li Başûrê Kurdistanê bişkê em ê çalakiyên xwe bidomînin. Li dijî qetlîamên li Kurdistanê, divê her kes bi hestên neteweyî bikevin nav tevgerê û piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê bikin.”

 ‘TÊKOŞÎNA KURDAN A LI DIJÎ DEWLETA TIRK A FAŞÎST REWA YE’

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê yê YNK’ê Rebwar Taha jî got li her dera ku diçinê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd ên li Bakurê Kurdistanê tînin ziman, piştgiriya çalakiya ciwanan dike. 

Taha destnîşan kir ku ciwanên li vir kom bûne ciwanên pir bi nirx in, wiha dewam kir: “Me berî niha bi demekê xwest ku PKK’e ji lîsta terorê bê derxistin û wek mutefîk di şerê li dijî DAIŞ’ê de bê pejirandin. Ev xist rojevê. Me diyar kir ku têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst mafdar e û ji bo mafên xwe yên cewherî têdikoşe. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk axa Başûrê Kurdistanê dagir bike û li dijî PKK’ê şer bike. Di vê mijarê de pêwîst e tevahî partiyên Kurd di heman helwestê de bin. Divê li hember pirsgirêka neteweyî de bi berpirsiyarî nêz bibin. Pêwîst e ji bo tavilê leşkerên Tirk axa Başûrê Kurdistanê biterikînîn em xebatan bimeşînin. Em bi ti şêwazî qebûl nakin ku dewleta Tirk axa Başûrê Kurdistanê bikar bîne, li dijî PKK’ê û gelê Bakurê Kurdistanê şer bike.”

...