Cenazeyên 3 welatiyên li Amedê hatin qetilkirin nayên dayîn

Cenazeyên 3 kesên li Amedê ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hatin qetilkirin, tevî ku otopsiya wan hatiye kirin jî radestî malbatan nayên kirin.

Cenazeyên Şoreş Mûtlû, Sezgîn Demîrok û Cuneyt Yenî yên duh li navçeya Amed Yenîşehîrê ji aliyê tîmên tevgera taybet ên Tirk ve hatin qetilkirin, tevî ku otopsî hatiye kirin jî li Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl tên sekiandin. Otopsiya cenazeyan bi şev qediya, lê dîsa jî cenaze radestî malbatan nayê kirin.

Rêveberên HDP, DBP û MEYA-DER'ê tevî gelek kesan li ber nexweşxaneyê danê sibehê civiyan. Malbat û girseya gel li ber nexweşxaneyê disekinin.

Cenazeyê Şoreş Mûtlû wê li gundê Koçxar ê Liceyê, cenazeyê Sezgîn Demîrok li gundê Kiralan ê Liceyê û cenazeyê Cuneyt Yenî jî wê li Farqînê bên veşartin.