Erzîncan: Berxwedana me wê mezintir bibe
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Daxwaza xwerêveberiyê ya jinan û azadbûna Rêberê me mijarên di nava hev de ne. Yek nebe ya din jî nabe."
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Daxwaza xwerêveberiyê ya jinan û azadbûna Rêberê me mijarên di nava hev de ne. Yek nebe ya din jî nabe."
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan berxwedana bi heybet a jinên Kurd a di berxwedanên xwerêveberiyê de silav kir û got, "Daxwaza xwerêveberiyê ya jinan û azadbûna Rêberê me mijarên di nava hev de ne. Yek nebe ya din jî nabe."
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, di hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Polîtîkaya tecrîdê ya li hemberî Rêberê me tê meşandin, ji bo me jinan û gelê me sedema serhildanê ye. Daxwaza xwerêveberiyê ya jinan û azadbûna Rêberê me mijarên di nava hev de ne. Yek nebe ya din nabe. Têkoşîna azadbûna Rêberê me û azadbûna jinê, têkoşînek bitûnî ye. Bi bicihanîna nêrînên Rêberê me re gelê me jî, jin jî wê azad bibin û demokrasî wê hîn nêzîk bibe. Yekane mûxatabê pêkhatina aştiyê, Rêberê me ye. Azadkirina Rêberê me, sedema bingehîn a têkoşîna me ye."
GELÊ ME BI ÊRÎŞAN RE TÊK NAÇE
Erzîncan rola jinên Kurd a di xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin de nirxand û got, "Di berxwedanên xwerêveberiyê de jinên Kurd li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Sûr û hemû eniyan, li refên herî pêş cih girtin. Dînamîkên bingehîn ên berxwedana gelê Kurd jin û ciwan in. Tevî hemû zor û zehmetiyan li hemberî hêzên faşîst ên mêtînger, sekneke lehengî nîşan dan. Di vê demê de bi sedan jin û ciwan bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Me dît ku di îlanên xwerêveberiyê de jin, ciwan, zarok bi moral û zindîbûneke mezin cih girtin. Yên ku ji bo pêşerojê xwedî xeyal û hêviyên mezin in, ev derdor in. Lewma ketine nava berxwedaneke bêeman. Bi vê wesîleyê ez careke din hemû berxwedêran silav dikim. Hêzên şerê taybet ê Tirk ên faşîst nîjadperest û zordar, wê li hemberî vê berxwedanê ti carî bi ser nekevin. Hêzên şerê taybet ên Tirk çiqasî şîdetê mezin bikin, berxwedana jin û gelê me ya ji bo parastina rewa wê zêde û belav bibin. Ciwanên Kurd, jin û bi giştî jî gelê me, bi înfaz û îşkenceyê nayên têkbirin. Gelê Kurd, bi taybetî jinên Kurd bûne xwedî hişmendiyeke girîng a azadiyê."
BERXWEDANA ME YA XWERÊVEBERIYÊ WÊ MEZINTIR BIBE
Erzîncan ragihand ku gel û jinên Kurd li ku dibe bila bibe, wê êdî serî li ber zalimtî û rastiya dewleta Tirk a despot netewînin û ev nirxandin kir: "Lewma jin wê di refên herî pêş ên berxwedanê de her tim cihê xwe bigirin. Jinên Kurd di berxwedanên xwerêveberiyê de li refên herî pêş cih girtin. Ji ber vê yekê li cihên berxwedana xwerêveberiyê hat nîşandan, herî zêde jin û ciwan qetil kirin. Ez hemû jin û ciwanên hatin qetilkirin, hatin şehîdxistin bi rêzdarî bibîr tînim. Ji xizmên wan re sersaxiyê dixwazim. Ev şehîdên me bawerî û biryardariya gelê me ya di azadiyê de nîşan didin. Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin. Dilsoziya bi bîranînên wan re, wê pêkanîna xwerêveberiyan dibe. Berxwedana me ya xwerêveberiyê wê kûrttir û mezintir bibe. Wê li tevahiya Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê belav bibe. Di avakirina xwerêveberiyê û parastina wê de jinên Kurd wê weke hêza pêşeng rola aktîf bilîzin."
DIVÊ JIN XWEPARASTINÊ LI HER QADÊ PÊK BÎNIN
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan da xuyakirin ku ji nû ve avakirina civakê weke armancekê li pêşiya wan e û destnîşan kir ku avakirina meclîs û komunên jinan xebatên wan ên esasî ne. Erzîncan got, "Divê em berxwedanê û xebatên ji nû ve avakirinê bi hev re bimeşînin. Ji bo azadiyê, divê li her qada jiyanê em têkiliya xwe ya bi modernîteya kapîtalîst bibirin û ji he alî ve perspektîfên çareseriyê bi cih bînin. Ji nû ve afirandin û parastina civakê, avakirna xweparastinê li her qadê, armancên bingehîn ên jinê ne."
Ji bo sala 2016'an de Erzîncan bang li jinan kir ku xwedî li berxwedanên xwerêveberiyê derkevin, di berxwedanên li Rojava, Şengal û hemû herêman xwerêxistinbûyînê biafirînin û têkoşînê bilind bikin.