Mizgeftên Kurd wê li dijî AKP'ê çalakiyan lidar bixin

Bi dehan mizgeftên li Ewropayê yên ser bi CÎK'ê, piştî nimêja îro ya Înê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, wê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Bi dehan mizgeftên ser bi Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) li Ewropayê, piştî nimêja îro ya Înê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, wê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Serokê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli diyar kir ku ew êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û got, "Di hemû xutbeyên îro yên li mizgeftên me yê li Ewropayê werin xwendin de wê komkujiyên dewleta Tirk werin şermezarkirin. Piştî nimêjê em ê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Bi vê yekê re em ê zilma dewletê teşhîr bikin. Yên ku îro ola Îslamiyetê bi kar tînin, li dijî Îslamiyetê ne. Dijderketina li daxwaza xwerêvebirin û azadiyê ya gelê Kurd, eleqeya xwe bi Îslamiyetê re nîne. Weke CÎK em destekê didin vê daxwaza gelê xwe. Em ê vê yekê ji raya giştî re aşkera bikin. Rabûna li hemberî dewleta Tirk û AKP'ê, wezîfeya Misilmantiyê ye. Em bang li her kesî dikin ku li cem bexwedana gelê Kurd a mafdar cih bigirin. Banga me li hemû mizgeftên me ew e ku piştî nimêja Înê çalakiyeke bi vî rengî lidar bixin."

Tûrhalli her wiha bang li alema Îslamê kir ku sibe beşdarî meşa li bajarê Dusseldorfê bibe.