Li navçeya Şirnex Cizîrê, tevî "qedexe" û êrîşên dewleta Tirk jî, gel bi biryar e ku xwe ji kolanan venekişîne. Gelê navçeyê ku ji bo jiyana xwe bidomîne li kolanan xwe bi rêxistin dike, li çend malan nan lê dixe, xwarinê çêdike û li malên din belav dike.
Şêniyên taxan ên li tax û kolanan li ber xwe didin dibêjin, ku ew ê jiyana ku dewlet li ser wan ferz dike, qebûl nekin.
Ji bo dabînkirina pêwîstiyên rojane Kurdistanî dadikevin tax û kolanan. Zarokên ku di hedefa hêzên çekdar ên dewleta Tirk de jî, li kolanan dilîzin.
Hêzên dewletê yên nikarin berxwedana gel bişikînin, êrîşên xwe didomînin. Li taxa Cûdî di êrîşa vê sibehê de jina bi navê Nahîde Çikmaer (40) a li ber mala xwe, bi guleyên li çeng û milê wê yê çepê ketin, birîndar bû. Cîranan Çikmaer gihandin ambûlansa Şaredariya Cizîrê û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Çekdarên dewleta Tirk bi topan êrîşî taxa Nûrê dikin. Ji ber topbaran û êrîşa bi çekên giran, li malekê şewat derket. Ji ber êrîşan, welatî nikarin şewatê vemirînin.