Amed ji bo Sûrê herikî qadan

Amedî ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Sûrê û şikandina dorpêça herikîn qadan. Girseya ku li pêşiya avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bû, rastî êrîşên polîsên Tirk hat.

Amedî ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Sûrê û şikandina dorpêça herikîn qadan. Girseya ku li pêşiya avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bû, rastî êrîşên polîsên Tirk hat.

Êrîşên li hember navçeya Sûrê ya Amedê bi dijwarî didome, îro piştî qetilkirina 3 welatiyan, bi banga DBP’ê li hemû taxên Amedê gel herikîn qadan. Bi hezaran kes li pêşiya avahiya BDP’ê ya navçeya Kayapinarê kom bûn, bi lêxistina fîtik, beroş û tepsiyan deng derxistin û dest bi meşê kirin. Di meşê de bi dirûşm û tilîliyan, gelê ku derketin balkonan jî deng derxistin, bi vemirandina û pêxistina ampûlan piştgirî dan çalakiyê. Her wiha wesayîtên li ser rê jî bi qorneyan piştgîrî dan çalakvanan. Gelê ku li kolanan meş lidarxistin heta pêşiya abîdeya Roboskiyê meşiyan, çalakî li vir bi dawî kirin. 

BAGLAR

Bi sedan kes li pêşiya avahiya DBP’ê ya Baglarê kom bûn, bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Sûrê” dest bi meşê kirin, polîsên Tirk xwe li meşa welatiya ranegirt û bi bombeyên gaze û ava şid êrîşî girseyê kir. Bi êrîşkirina polîsan re welatiyan bend danîn û li ber xwe dan. Şer li rêya Sento destpêkir, piştre belavî taxên Goçmenler, 5 Nîsan, Fatîh û Yanik Koşk û hemû taxan bûn.

SÛR DÎSA LI QADAN BÛ

Li navçeya Sûrê ya bi fîîlî taxên qedexe heyî, piştî qetilkirina 3 ciwanan welatî daketin kolanan û berxwedan pêk anîn. Ji saetên sibehê ve welatiyên taxê li qadan in, îşev jî bi çalakiya dengderxistinê li qadan bûn.

Bi sedan kes li pêşiya avahiya DBP’ê ya li Semta Ofîs a Yenîşehîrê kom bûn. Ji rêya Gevran ber bi rêya Ekîncîler ve ketin meşê. Welatiyên li malê xwe jî bi çepik, tilîlî û dirûşman piştgirî dan çalakiyê.

Li taxa Yenîşehîr a Licê jî bi sedan kes kom bûn, bi dirûşman dest bi meşê kirin. Welatî di tevahiya meşê de li serê kolanan agir pêxistin û dest bi avakirina bendan kirin.