Li Ewropayê çalakiyên xwedîderketina li xwerêveberiyê

Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Elmanya, Fransa û Awûstûryayê li hev civiyan, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê protesto kirin û xwerêveberî silav kirin.

Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Elmanya, Fransa û Awûstûryayê li hev civiyan, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê protesto kirin û xwerêveberî silav kirin.

MUNCHEN: Li Munchenê ku yek ji mezintirîn bajarên Elmanyayê ye, Ciwanên Azad û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bê navber çalakiyan lidar dixin. Li dijî şerê topyekûn ê dewleta Tirk, ciwanan û xwendekarên zanîngehê kincên Kalê Noel li xwe kirin û belavok li derdorê belav kirin. Li zarok û ciwanên li derdorê, ji tûrikê bi rengê ala PKK'ê, çîkolatayên bi nivîsa 'Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin' û 'Piştgirî ji Kurdistanê re were dayîn' hatin belavkirin. Ciwanan her wiha li ser komkujiyên li Kurdistanê diqewimin agahî dan gel û banga hişyariyê kirin. Çalakiya bi kincê Kalê Noel piştre bi destwerdana polîsên sivîl, bi dawî bû.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, komek ji jinên endamên Meclîsa Jinên Kurd (DESTDAN) li Gara Trenê ya Navendî û televîzyona ARD çalakiya dagirkirinê pêk anîn. Jinên xwestin balê bikişînin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, saet di 15:30 de li nava Gara Trenê ya Navendî çalakiya dagirkriinê pêk anîn. Hin Elmanên li derdorê yên bi vê çalakiya jinan hesiyan, tevlî komê bûn û destek dan. Çalakiya li gara Berlînê bi destwerdana polîsan re bi dawî bû. Li kolana Reîchagûferê jî li qenala ARD'ê ya Elman ji bo demeke kurt çalakiya dagirkirinê hat lidarxistin. Jinên ku ji ber astengiya ewlekariyê nikarîbûn bikevin hundir, li ber avahiya qenalê pankart vekirin û nîv saetê li ber derî çalakî pêk anîn. Li vê derê li ser navê Meclîsa DESTDAN daxuyanî hat dayîn û bang li hemû hêzên demokratîk hat kirin ku li hemberî komkujiyên li Kurdistanê bikevin nava tevgerê.

KOLN: Ciwanên Kurd ên li Koln û derdora wê dijîn, li Gara Trenê ya Kolnê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn. Di vê çalakiya Ciwanên Azad de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Bijî berxwedana Cizîrê" û "Bijî piştgiriya navneteweyî" hatin qîrîn. Li ser dagirkerî û komkujiyên li Kurdistanê agahî hat dayîn û Elmanên li derdorê jî tevlî çalakiyê bûn.

ERTFÛRT: Li paytexta Eyaleta Thurîngen a Elmanyayê Erfûrtê jî, mîtîngek hat lidarxistin û daxwazên xwerêveberiya li Kurdistanê hat silavkirin. Mîtînga li navenda bajêr bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Di mîtîngê de komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin. Ji nûnerên Partiya Marksîst Lenînîst a Elman (MLPD) yên Thurîngenê Marîanne Kroger li vir axivî û diyar kir ku ew komkujî û zextên dewleta Tirk li Kurdan dike şermezar dikin û xwest dawî li van zextan bê anîn. Di mîtîngê de ji bo agahdarkirina raya giştî ya Elman, bi hezaran belavok hatin belavkirin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi pêşengya Ciwanên Azad çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Bi qasî 50 ciwan, ji bo şermezarkirina dorpêçî û komkujiyên li bajarên Kurdistanê, ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiyê û şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stasyona Trenê ya Rojava ya li navenda bajêr, çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin. Di çalakiya danê êvarê de gelek belavok hatin belavkirin.

NORMANDIYA: Kudistaniyên li herêma Normandiya ya Fransayê dijîn, duh êvarê Gara Trenê ya Versaîllesê dagir kirin. Di çalakiya ku nîv saetê dewam kir de, komkujiyên Tirkiye û çeteyên DAIŞ'ê bi hevkarî dikin hatin şemezarkirin û li ser mijarê belavok hatin belavkirin. Piştî hatina polîsan û kontrola nasnameyê, ciwanan dawî li çalakiya xwe anîn.

EVRY-MELÛN: Meclîsa Jinê ya Şehîd Çîçek Botan a Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Evrey-Melûn û Meclîsa Ciwanan a Evry, 4 çalakiyên cuda yên protestoyî lidar xistin. Yek ji van çalakiyan, ji ber ku destûr ji polîsan nehat wergirtin, hat astengkirin. Jin û ciwanan di destpêkê de li bajarê Fontaînbleû yê Melûnê, li ber Şatoya Napolyon a ku tûrîst gelekî tên serdana wê, kefen li xwe kirin û bal kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê. Li vê derê bi sedan belavokên bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî hatin belavkirin. Endamên Tevgera Ciwanan a Evry jî li yek ji rêyên qelebalix ên Fransayê A6 çalakî pêk anîn. Ciwanan pankarta bi nivîsa "Li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng nemînin" û "Ji Birêz Ocalan re azadî" vekirin.

ROÛEN: Li bajarê Roûen ê li bakurê Fransayê, endamên Navenda Çanda Kurd a Demokratîk ji bo balê bikişînin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li hev civiyan. Di çalakiyê de wêneyên bajarên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine wêrankirin û zarokên zarok û pitikên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin hilgirtin. Di çarçoveya çalakiyê de ciwanên Kurd jî l ber sînema bajêr belavok belav kirin.

...