BI DÎMEN

Li navenda Şirnexê şerekî dijwar diqewime

Li navenda bajarê Şirnexê, şerekî dijwar destpê kir. Piştî ku polîsên Tirk danê sibehê êrîşî taxa Dîcle kirin û ciwanan bersiv dan vê êrîşê, şerekî dijwar destpê kir.

Li navenda bajarê Şirnexê, hêzên dewleta Tirk bi maşînên zirxî û çekên giran danê sibehê êrîşî taxa Dîcle kirin. Ciwanên li ber bend û xendekan nobeda xweparastinê digirin jî, bersiv dan êrîşê. Şerê ji ber vê yekê derket, dewam dike. Li herêmê teqînên dijwar rû didin.

Bi destpêkirina êrîşan re li taxên Dîcle, Yenîmahalle, Cûmhûriyet, Yeşîlyûrt û Bahçelîevlerê gel dest bi çalakiya dengderxistinê kir.

Li gelemperiya bajêr elektrîk qut bûye.