KCD-E: Em beşdarî meşa li Dusseldofê bibin
KCD-E, ji bo meşa sibe ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê, ku wê komkujiyên dewleta Tirk lê were şermezarkirin, banga tevlîbûnê kir.
KCD-E, ji bo meşa sibe ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê, ku wê komkujiyên dewleta Tirk lê were şermezarkirin, banga tevlîbûnê kir.
KCD-E, ji bo meşa sibe ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê, ku wê komkujiyên dewleta Tirk lê were şermezarkirin, banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya KCD-E de hat ragihandin, ku xwerêveberiya Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Kerboran û cihên ên a li dijî zilma mêtîngeriya dewleta Tirk weke serhildanê tê meşandin, mafê rewa û demokratîk ê gelê Kurd e.
KCD-E diyar kir ku li hemberî êrîşên hovane û komkujiyên hikûmeta AKP'ê ya mêtînger li hemberî daxwaza xwerêveberiyê tê kirin, bi pêşengiya ciwanan berxwedaneke pîroz tê meşandin û got, "Li hemberî van êrîşên derveyî mirovahiyê yên li hemberî jin, zarok, extiyar, ciwanan tên kirin, divê li her cihê em lê ne li dij derkevin, destekê bidin têkoşîna xwerêveberiyê, xwedî lê derkevin û ji bo serketina wê, bi hemû hêza xwe bixebitin.
Wezîfeya her welatparêz û alîgirê me ye ku li hemberî tecrîd û îşkenceya li hemberî Rêber Apo, berxwedan were mezinkirin û bi ruhê serketinê çalakî bên lidarxistin. Li her cihê em lê ne, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî, divê em hîn bêhtir bixebitin, berxwedan û çalakiyê mezin bikin.
Em bang li gelê xwe yê li welatên cuda yên Ewropayê dijîn dikin, ku çalakiyên xwe yên ji bo xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê zêde bikin, berxwedanê mezin û herdemî bikin, ji bo vê yekê jî bi şev û roj bixebitin.
Bi vê armancê 26'ê Kanûnê roja Şemiyê, wê li bajarê Elmanya Dusseldorfê, ji aliyê pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê bi dirûşma 'Li dijî komkujiyên dewleta Tirk a faşîst, em xwedî li xwerêveberiyan derkevin' meş û mîtîng tê lidarxistin. Em bang li tevahiya Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn dikin, ku tevlî vê meş û mîtîngê bibin."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Divê welatparêzên li hemû bajarên Elmanya dijîn, ji bo çalakiya li Dusseldorfê bixebitin, her kesî tevlî bikin, ji bo her welatparêz bi malbata xwe, derdor û dostên xwe yên Elman tevlî bibin, bikevin nava hewldana.
Em bang li ciwanên Kurd ên welatparêz-şoreşger ên li Elmanyayê dijîn dikin, ku berxwedana xwerêveberiyê ya bi pêşengiya YDG-H li Kurdistanê tê meşandin, ji Elmanyayê destekek mezintir bidin, ji bo çalakiyên demokratîk seferber bibin û bi ruhê serhildanê dakevin qadan."