Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê (PDKS) Fethillah Hiso, terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê û berxwedana gel ji ANF'ê re nirxand.
'JI BO GELÊN HERÊMÊ PROJEYA AŞTÎ Û JIYANA BI HEV RE YE'
Hiso da xuyakirin ku her çend xweparastin mafê herî rewa û xwezayî yê gelê Kurd e jî, dewleta Tirk bi her rê û rêbazî êrîş dike û got, "Erdogan û AKP'ê ti carî aştî û demokrasiyê naxwaze."
Hiso diyar kir ku hikûmeta Tirk bi awayekî bêwijdanî êrîşî Kurdan dike û got, "Gelek bajarên me yên li Bakur hatine dorpêçkirin. Li Bakurê Kurdistanê zêdeyî 20 mîlyon Kurd dijîn. Gelê me li Bakurê Kurdistanê rêveberiya xweseriya demokratîk îlan kir. Ev proje ne tenê ji bogelê me, ji bo tevahiya gelên li herêmê û Tirkiyeyê, projeya aştî û jiyana bi hev re ye."
Hiso da zanîn ku beriya sed salî hikûmeta Tirk li Lozanê, ji bo gelê Kurd nebe xwedî mafên xwe bi hîle û derewan, serî li tesfiyeyê da û got, "Çawa ku di wê demê de destê dewletê di vê komployê de hebû, niha jî bi awayekî cuda dixwazin vê çîroka komployê bidomînin."
Hiso ragihand ku pêkhatin û serketina projeya xweseriya demokratîk bi xweşiya Erdogan û AKP'ê neçû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Rêveberên Tirkiyeyê dîtin ku deriyekî din ji bo aştiyê vedibe. Bi rê û rêbazên cuda re hewl dan vê rêveberiya xweseriya demokratîk a navbera gelan tine bikin. Sedema ewçend zerara li Kurdistanê û tevahiya herêmê bûye, çeteyên ku Erdogan û AKP yekser destê dide wan e. Hat dîtin ku hêzên navneteweyî bi awayekî cuda li Kurdan û rêveberiya xweseriya demokratîk dinêrin. Bi qasî ku em dibînin, dewleta Tirk naxwaze gelê Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane bibe xwedî maf. Naxwaze aştî û demokrasî li Tirkiyeyê bi pêş bikeve."
'DIVÊ HER KES DESTEKÊ BIDE'
Hiso destnîşan kir ku weke partî, ew şîdet û terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd şermezar dikin û destekê didin îlanên xwerêveberiyê û xweparastinê. Endamê Komîteya Navendî ya PDKS'ê Fethillah Hiso got, "Hikûmeta Tirk dibêje ew aştî û demokrasiyê dixwaze. Lê belê mafê 20 mîlyon Kurdan qebûl nake. Di vir de xuya dike ku naveroka gotinên aştî û demokrasiyê yên rêveberên Tirk çiqasî pûç in. Weke partî û gelê Rojava em her tim li cem gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê ne û destekê didin têkoşîna wan. Heta ku gelê me yê li Bakurê Kurdistanê mafên xwe bi dest bixe, di her şert û mercan de em ê destekê bidin. Em hêvîdar in ku hemû Kured û gelê Tirk ê ji vê projeyê bawer dikin, destekê bidin û li dijî vê zilmê li ber xwe bidin. Bila her kes li dijî zilma dewleta Tirk û Erdogan derkevin."