Sûr ev 24 roj in li ber xwe dide

Li Sûrê, li dijî êrîşên giran ên dewlet Tirk gel ev 24 roj in bi biryardarî li ber xwe dide. Şer li taxên Hasirli û Kûrşûnlû û derdora Bazaran Yogûtçû, giran bû.

Li dijî terora dewleta Tirk, gelê Sûrê ev 24 roj in bênavber li ber xwe dide. Ji duh bi şev û pê ve şer bi taybetî  li taxên Hasirli û Kûrşûnlû û derdora Bazaran Yogûtçû, giran bû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, navçe bênavber ji aliyê tankan ve tê bombekirin.

Ji ber bomberdûmanê gelek mal hilweşiyan û navçe veguheriye xirbeyekî. Di nava cihên ji aliyê tankên dewletê ve hatine bomekirin de îbadetxane jî hene. Mizgefta Hecî Hemîd a li nêzî Minareya Çarling jî bû hedefa bombeyên dewletê. Minareya mizgeftê jî ji ber gulebaranê qulqulî bûye.

Tevî êrîşên û bomberdûmana giran, dewleta Tirk nikare berxwedana Kurdistaniyan bişikîne.