Cenazeyên 2 kesên hatin qetilkirin anîn Şirnexê
Cenazeyên 2 kesên ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ji bo otopsiyê anîn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Cenazeyên 2 kesên ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ji bo otopsiyê anîn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Haci Ozdal û Abdulmecît Yanik (27) ên li Cizîrê ji ber guleyên polîs û leşkerên Tirk birîndar bûn, danê vê sibehê li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo otopsiyê cenazeyên Yanik û Ozdal anîn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Di vê navberê de hat ragihandin ku ciwanê bi navê Sûat Avşîn (22) ê li Cizîrê bi guleyên hêzên dewletê birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê dermankirin. Li gorî agahiyan rewşa tenduristiyê ya Avşîn baş e.