KURDISTAN
Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
"Entegrasyona demokratîk ji bo Êzîdiyan meşeke dirêj û bi israr e ku dewletê biçûk dike û civakê mezin dike; bîra qirkirinê vediguherîne avakariya siyasî. Meclîs divê hêzên parastina cewherî bi perspektîfa neteweya demokratîk koordîne bike."
Hemû Nûçe
-
Deriyên dibistanan hatin girtin
Li Geverê, çalakiya xwendekaran a boykotkirina dibistanan a ji bo şermezarkirina şerê topyekûn ê dewleta Tirk hat destpêkirin, di roja duyemîn de dewam dike. Hemû dibistan û dersxaneyên li navçeyê vala ne.
-
Hilbijartiyên HDP û DBP'yî li Sûrê nobedê digirin
Hevseroka KCD Selma Irmak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî di nav de, hilbijartiyên HDP û DBP'yî, ji bo şikandina êrîş û dorpêçiya 23 roj in li Sûrê dewam dike, li Sûrê dest bi nobedê kirin.
-
-
-
-
-
-
Li Den Haagê çalakiya edaletê
Li bajarê Hollanda Den Haagê, ji bo ronîkirina komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê, bi daxwaza edalet û heqîqetê çalakî hat lidarxistin.
-
-
-
-
-
-
-
-
Berxwedana xwerêveberiyê li navenda Mêrdînê hat silavkirin
Gelê navçeya Artûklû (navçeya navendî ya Mêrdînê) bi armanca şermezarkirina "qedexeya derketina derve" û êrîşên dewletê yên li hemberî gelê Kurd, daket kolanan. Li taxa Saraçoglûyê ciwanan maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep şewitandin.
-
Berxwedana Nisêbînê 'qedexe' rakir
Li Nisêbînê ku terora dewletê ev 10 roj in bênavber lê dewam dike û 4 sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, "qedexeya derketina derve" ji ber ku berxwedana gel nehat şikandin, hat rakirin.
-
Li Farqînê qeymeqamî ji bo TOKÎ ket nava tevgerê
Li 3 taxên Farqînê yên "qedexeya derketina derve" lê hat îlankirin, piştî wêrankirinê niha jî di bin navê 'veguherîna bajar' de tê xwestin ku TOKÎ jê sûdê werbigire. Lê belê gel ev projeya TOKÎ erê nekir.
-
Komkujiya bi 'qezayê' hat kirin; Roboskî - ÇAVDÊRÎ
Li 'Tirkiyeya Nû' ku her rojeke xwe ji bo pêkanîna Roboskiyeke nû derbas dibe, di ser qetilkirina 19 jê zarok 34 sivîlan re, ku bi fermana AKP'ê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat kirin, 4 sal derbas bûn.
-
-
-
-
-
Qetilkirina jinên şoreşger hat protestokirin
Qetilkirina Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên li Stenbolê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hat protestokirin. Li bajarê Dûîsbûrg ê Elman û Brûksel a paytexta Belçîka bi çalakiyên girseyî hatin protestokirin.
-