Li Farqînê qeymeqamî ji bo TOKÎ ket nava tevgerê

Li 3 taxên Farqînê yên "qedexeya derketina derve" lê hat îlankirin, piştî wêrankirinê niha jî di bin navê 'veguherîna bajar' de tê xwestin ku TOKÎ jê sûdê werbigire. Lê belê gel ev projeya TOKÎ erê nekir.

Li 3 taxên Farqînê yên "qedexeya derketina derve" lê hat îlankirin, piştî wêrankirinê niha jî di bin navê 'veguherîna bajar' de tê xwestin ku TOKÎ jê sûdê werbigire. Lê belê gel ev projeya TOKÎ erê nekir. Hevşaredarê Farqînê Kerem Canpolat got, "Qeymeqamiya Farqînê, ji bo 3 taxên me yên ku bi tank û topan kiriye xirbe bikire, bi rê û rêbazên cuda dixwaze gelê me qanih bike. Lê belê em ê destûrê nedin ku li van taxên me yên ku bi şênkahiya xwe re depoya oksîjenê ya Farqînê ye, avahî bên çêkirin."

Li taxên bajarên Kurdistanê yên ku xwerêveberî lê hatin ragihandin, piştî ku bi tank û topan hatin wêrankirin, niha jî di bin navê 'veguherîna bajêr' de hewl tê dayîn ku erdê gel pêşkêşî TOKÎ were kirin. Hikûmeta AKP'ê, piştî Sûrê li Farqînê jî ket nava tevgerê û qeymeqamî wezîfedar kir. Derket holê ku qeymeqamiyê ji şêniyên Tekel, Mescît û Konakê re gotiye 'erasa xwe bifiroşin me yan jî em li şûna wê daîreyekê bidin we'. 

Hevşaredarê Farqînê Kerem Canpolat diyar kir ku gel ev pêşniya red kiriye û got, "Li 3 taxên me yên ku şerekî giran lê hat meşandin, Qeymeqamiya Farqînê hewl dide erasên gel bikire. Qeymeqamî ji gel re dibêje, 'erasên xwe bifiroşin me, em jî li erasên we avahiyan çêbikin û di berdêla wê de jî daîreyekê bidin we'. Wekî din, li şûna daîreyê, ji gel tê xwestin ku erasa xwe di berdêla pere de bifiroşin qeymeqamiyê. Heta niha gel bersiveke erênî nedaye vê daxwaza qeymeqamiyê. Her wiha ji ber ku xaniyên wan xisar dîtine, doz vekirine. Beriya niha xwestibûn bi pereyekî biçûk mirovên xaniyên wan bi tank û topan hatine hilweşandin qanih bikin. Lê belê gelê Farqînê ev pereyê wan red kiribû."

TOKÎ WÊ NIKARIBE BIKEVE NAVA TAXÊN ME YÊN EKOLOJÎK

Canpolat da xuyakirin ku 3 taxên wan li gorî rewşa cografîk a Farqînê ne û destnîşan kir ku ew ê nehêlin TOKÎ xwe ji vê wêraniyê xwedî bike û sûdê werbigire. Canpolat got, ""Ev sê taxên me ku şênkahî û çavkaniyên avê yên Farqînê lê gelek in, ne taxên ji beton e. Em hewl didin vê xemla xwezayî ya taxên xwe biparêzin, lê ew dixwazin di bin navê 'veguherîn bajar' de Farqîna ku bi bombeyan nikarîbûn tine bikin, bi TOKÎ tine bikin. Weke şaredariyê em ê destûra vê nedin. Bila ti kes di vî warî de ber dilê xwe xweş neke. Li 800 malan xisareke mezin çêbûe, niha em xebatên xwe yên çêkirina van xaniyan didomînin. Piraniya mirovên koçî tax û gundên din kirine, vegeriyane. Ji bo vegera yên mayî xebatên me didomin. Tevî gelê xwe me hewl da alîkariyê bidin welatiyên xwe yê malên wan xera bûne. Ji bo parastina xemla dîrokî ya Farqînê weke Şaredarî em ê li dijî çikandina avahiyên beton derkevin. Em ê xemla xwezayî ya Farqînê biparêzin."

NÎŞANEYA BAJARÊ KU VEGUHERANDINE LEŞKERGEHÊ WÊ BIBE MALA HUNERÊ

Canpolat ragihand ku Avahiya Azîzoglû ya dîrokî ya li ser Kelha Farqînê hatiye çêkirin û dewleta Tirk ji xwe re kiriye leşkergeh, ew ê veguherînin Mala Çand û Hunerê û got, "Avahiya Azîzoglû ya xwedî xemleke hezaran salî ye û sembola Farqînê ye, niha ji aliyê tîmên tevgera taybet ve veguheriye qereqolê. Ji vê derê zextê li gel dikin. Tevî nerazîbûna mezin a gel jî tîmên tevgera taybet ji vî cihê dîrokî dernakevin. Li ser vê yekê, ji bo xwediyên vê avahiya vî milkê xwe radestî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bike, zemîn tê amadekirin. Li vê avahiya dîrokî ya ji Merwaniyan xwe gihandiye roja îro, wê bibe navenda çand û hunerê ji bo nifşên û yên Farqînê."

...