Afşîn: Pirsgirêka gelan a şerê mezhebî nîne

Endama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Delal Afşîn diyar kir ku êrîşên hovane yên DAIŞ'ê û rêbazên AKP'ê dişibin hev û got, "AKP versiyona DAIŞ'ê ya Tirkiyeyê ye."

Endama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Delal Afşîn diyar kir ku êrîşên hovane yên DAIŞ'ê û rêbazên AKP'ê dişibin hev û got, "AKP versiyona DAIŞ'ê ya Tirkiyeyê ye."

Afşîn di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de bibîr xist, ku di sala 2015'a de cihê ku şer lê giran bû herêma Rojhilata Navîn e û anî ziman ku şerê li vê derê jî, hewl hat dayîn ku di ser mezheban re bê meşandin.

Afşîn got, "Hewl hat dayîn, di ser mezhebên Sûnî û Şîa, Îslamiyet, Xiristiyanî yan jî Yahûdîtiyê were meşandin. Lê belê bawerî û mezhebên cuda ya hatin înkarkirin, yan jî zext li wan hat kirin ku tevî olê serdest bibin. Rojhilata Navîn di sala 2015'an de weke herêmeke li ser baweriyan şerekî giran lê tê kirin, derket pêş. Hînê jî ev şer tê meşandin. Ev rewş nabe ku biv î rengî were nirxandin; 'ev tercîha gelan e, daxwaza gelan e'. Erdnîgariya Rojhilata Navîn navenda hemû ol û baweriyan e. Heta roja îro gelek gel û baweriyan bi hev re jiyan, lê mîna îro ti carî rewşeke şer derneketibû. Gelan rewşa heyî ti carî qebûl nekirine. Dema destpêka baweriyan were nirxandin, wê bê dîtin ku ti bawerî û gelên din nayên redkirin. Mînak; bangeke Îslamiyetê bi tenê ji bo gelê Ereb nîne. Nêzîkatiya xweşbînî heye. Xiristiyanî jî bi vî rengî ye. Baweriya Elewiyan jî bi heman rengî ye. Gel, bawerî û çandên cuda red nakin. Cihêrengî di navbera gelan de nabe sedema şer."

Afşîn da xuyakirin ku di roja îro de ji bo desthilatdariyên siyasî Rojhilata Navîn veguherandine qada şerê mezhebî û destnîaşn kir, ku divê gel hemû li erdnîgariya xwe bimînin û li dijî vê rewşê têbikoşin.

AKP VERSIYONA DAIŞ'Ê YA LI TIRKIYEYÊ YE

Endama Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Delal Afşîn da zanîn ku li hemberî hemû baweriyan êrîşek heye û got, "DAIŞ û versiyona wê ya li Tirkiyeyê AKP, ku îdîa dikin 'ew Îslamiyetê temsîl dikin', hêzên herî zêde îro êrîşî baweriyan dikin e. Hem gelan qetil dikin, hem cihên îbadetxaneyan xera dikin, hem jî hewl didin dîrokekê ji holê rakin. Her du zîhniyet weke hev in. Çawa ku DAIŞ'ê li her cihê dagir kir; li Mûsilê, li bajarên Sûriyeyê cihên bawerî û dîrokî hedef girt û hewl da bîra dîrokê ji holê rake, AKP jî bi heman mejî îro êrîşî cihên xwerêveberiyê dike, yan jî êrîşî cihên Kurd û bawermendên Elewî lê dijîn, dike. Bi vîr engî dikare bîra civakê ji holê rake."

Afşîn diyar kir ku bi pêşengiya AKP'ê mejiyekî gelekî gemarî di dewrê de ye û destnîşan kir, ku girîng e Kongreya Îslama Demokratîk a kombûna xwe ya duyemîn lidar xist, di vî warî de civakê zane bike.

ÇARESERÎ NETEWEYA DEMOKRATÎK E

Afşîn ragihand ku erdnîgariya Kurdistanê erdnîgariyeke ji gelek rengan e û anî ziman ku li vê derê gel û baweriyên cuda bi sedan salan bi hev re jiyane û jiyaneke hevpar afirandine. Afşîn got, "Hema hema her çand û gelî bandor li hev kirine, taybetmendiyên hev ji hev wergirtine. Ev erdnîgarî xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî ye. Lê belê di roja îro de hewl tê dayîn ev ji holê werin rakirin, bi netewe dewletê re bibin yek tîp. Zîhniyeta netewe dewletê Kurdistan parçe kir. Lis er gelan yek ziman, yek ol, yek al, yek nîjad tê ferzkirin. Rastiya Kurdistanê û erdnîgariya wê li hemberî vê yekê ye. Rastiya gel li dijî vê ye. Lewma neteweya demokratîk gelekî girîng e. Çareseriya ku dikare hemû gelên li Kurdistanê herî baş temsîl bike û hemû cihêrengiya vedihewîne, neteweya demokratîk e. Di nava netewyay demokratîk de gel û bawerî wê bi awayekî azad bijîn."