'Wê nikaribin bi peyatî jî ji Botanê biçin'

Hevseroka Meclîsa Gel a Şirnexê Umran Yîgît destnîşan kir ku gelê Botanê wê êdî ji her daxwaza dewletê re nebêje 'erê'.

Hevseroka Meclîsa Gel a Şirnexê Umran Yîgît destnîşan kir ku gelê Botanê wê êdî ji her daxwaza dewletê re nebêje 'erê'. Yîgît da xuyakirin, ku dewletê ji bo eciqandina Kurdan cihekî şaş hilbijartiye û got, "Çawa ku gelê Kurd li Zapê ji bo wan gotin 'Siwar hatin peya çûn', wê heman tiştî li vir jî dubare bike. Lê bila bawer bin; wê bi peyatî jî nikaribin biçin."

Hevseroka Meclîsa Gel a Şirnexê Umran Yîgît, pêvajoya avakirnia xwerêveberiyê, konsepta şerê topyekûn ê dewletê li hemberî Kurdan daye destpêkirin, êrîşên li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Kerboranê û berxwedana gel nirxand. 

DEWLETÊ SOZA XWE BI CIH NEANÎ

Yîgît da xuyakirin, ku dewletê bi salan, tinekirin û înkar li ser Kurdan ferz kiriye, bi her awayî zext lê kiriye û xwestiye bi vê rêbazê encamê werbigire. Yîgît bibîr xist, ku bi destpêkirina pêvajoya diyalogê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, hêviya çareseriya li ser zemîna demokratîk derketiye holê û got, "Agirbest hatin kirin, gerîla xwe vekişand. Lê belê dewleta ku bi înkar û tinekirinê re navê xwe bûye yek, soa xwe bi cih neanî û operasyona da destpêkirin."

BOTAN TESLÎMIYETÊ QEBÛL NAKE

Yîgît got, "Gelê me jî êdî naxwaze li ser xaka xwe bi koledarî bijî" û ev yek destnîşan kir: "Gelê me hatiye wê astê ku koledariyê nexweze. Konfederalîzma demokratîk ku modela me ye, deriyê çareseriyê ye. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn deriyê çareseriyê ye. Dewletê xwe li vê ranegirt. Ji ber ku dixwaze ya wê bibe. Dewlet, gelan û hêzeke ku polîtîkayên wê qebûl nake, napejirîne. Vê hezm nake. Kurdistan bi hezaran salan e mêtînger e. Li hemberî mêtîngeriyê berxwedan hatiye kirin. Serhildan derketine holê. Taybetmendiyeke Botanê heye; ew jî ev e: Ti carî teslîmiyetê qebûl nake."

GOTINÊN ERDOGAN JI BO GELÊ BOTANÊ TI WATEYA XWE NÎNE

Yîgît gotina "Eger hezar carî serî rakin, em ê hezar carî serî bieciqînin" a Erdogan bibîr xist û anî ziman ku ev dîsgotin ji aliyê serokwezîr û serokkomarên beriya Erdogan ve jî dihat dubarekirin. Yîgît got, "Me gelek kesên weke Erdogan dît. Me Tansû Çîller, Kenan Evlen, Suleyman Demîrel dît. Hemûyan jî ev gotina Erdogan gotin. Ev gotin ji bo Botanê bê wate ye. Ji ber ku gelê Botanê xwedî çandeke fedekarî û berxwedanê ye qedîm e. Em ê ji ber van gotinên wî, Erdogan mehkûm bikin."

WÊ LI BOTANÊ TÊK BIÇIN

Yîgît destnîşan kir ku dewletê, ji bo eciqandina Kurdan cihekî şaş hilbijartiye û got, "Dibe ku Erdogan xeyala 'eger ez Botanê bieciqînim, ez ê Kurdistanê bieciqînim' kiribe. Lê belê ev kar ewçend hêsan nîne. Ji bo vê armanc û xeyala xwe cihekî şaş hilbijart. Hatin Botanê, lê wê destvala vegerin. Çawa ku gelê Kurd di sala 2008'an de li Zapê got 'Siwar hatin peya çûn', heman tişt wê li vir dubare bibe. Lê bila bawer bin; wê bi peyatî jî nikaribin biçin. Ji ber ku hesabekî mezin ê şaş kirin. Lewma, têkçûna wan jî wê mezin be."

Yîgît bang li Kurdên li derveyî welat dijîn kir, ku li hemberî barbarî û hovîtiya dewleta Tirk bêdeng nemînin, biherikin kolanan, rabin serhildanan û berxwedanê mezin bikin.