Li Kerboranê di dema derbasbûna maşîna zirxî de teqînekê rû da

Li nêzî Taxa Safa ya navçay Kerboranê, danê vê sibehê di dema derbasbûna maşîneke zirxî de teqînekê rû da. Maşîna zirxî ket rewşeke welê ku nema karibe bê bikaranîn.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, ku êrîşên li hemberî gel di roja 14. de ye, berxwedana gel jî bênavber dewam dike.

Danê vê sibehê, li nêzî Taxa Safa ku dewlet bi dijwarî êrîşî wê dike, di dema derbasbûna maşîneke zirxî de teqîneke mezin rû da. Maşîna zirxî ket rewşeke welê ku nema karibe bê bikaranîn. Agahî nehat bidestxistin, ku di bûyerê de mirî yan jî birîndar hene yan na.