Ya ku li Mereşê nehişt komkujiyeke mezintir bibe, xendek û bend bûn!
Azîz Tûnç destnîşan kir ku di dema bûyerên Mereşê de ya ku nehişt komkujiyeke mezintir rû bide, xweparastin û bend bûn û got, "Eger wê rojê li Mereşê bend û xendek nebûna, wê bi hezaran mirov bihatina qetilkirin."
OZGUR AYDIN
ÎZMÎR / ANF
pêncşem, 24 berfanbarê 2015, 08:10
Azîz Tûnç destnîşan kir ku di dema bûyerên Mereşê de ya ku nehişt komkujiyeke mezintir rû bide, xweparastin û bend bûn û got, "Eger wê rojê li Mereşê bend û xendek nebûna, wê bi hezaran mirov bihatina qetilkirin."
Li Mereşê di komkujiya sala 1978'an a li dijî Kurdan û Elewiyan de, li gorî hejmarên fermî 111 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn. 210 mal û 70 kargeh xera bûn. Der heqê 804 kesan de doz hat vekirin. Li 29 bersûcan cezayê îdamê, li 7 bersûcan cezayê ragirtina heta bi hetayê û ji 321 kesan jî cezayê ragirtinê yê ji 1 heta 24 salan hat birîn. Lê belê 68 kesên ku di komkujiyê de roleke girîng lîstin, bi ti awayî nehatin dîtin.
Şahidê Komkujiya Mereşê nivîskar Azîz Tûnç di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de ragihand, ku komkujiya sala 1978'an bi xweparastinê re hatiye pûçkirin.
Tûnç da zanîn ku berxwedan û xweparastina di dema Komkujiya Mereşê de hat kirin, mîna berxwedan û xweparastina roja îro ya li Sûr, Silopiya û Cizîrê ye. Tûnç bibîr xist ku planên komkujiyê bi taybetî hat xwestin ku li du taxên Mereşê bi cih werin anîn û diyar kir ku ji van taxan a sereke taxa Yorukselîm bû. Tûnç got, "Li hemberî taxa Yorukselîm êrîşeke giran û topyekûn hatibû destpêkirin. Eger berxwedana li hemberî êrîşan enbûya, wê qirkirin bihata kirin û tine bibûya. Ji ber ku berfirehî û plansaziya êrîşê ev nîşan dida. Eger berxwedan û bendên li taxan nebûna, wê komkujiyeke mezintir rû bida. Tevî hêzên şoreşger û demokrat, şêniyên taxan bi derfetên gelekî kêm berxwedaneke encamgir û xurt nîşan dan.
Piştî ku qetlîamker ji taxê hat derxistin, dewlet di bin navê 'parastina gel' de ket nava taxê. Tevî ku beşek ji şêniyên taxê li leşkergeh û herêmên dewletê nîşan dida hat veguhastin jî, piraniya şêniyan taxa xwe neterikandin. Li hemberî êrîşeke gengaz, gel tevî şoreşgeran xweparastina xwe xurt kir."
'TAKTÎKA XWEPARASTINÊ, PÊŞÎ LI KOMKUJIYÊ GIRT'
Tûnç da xuyakirin ku bi saya taktîka xweparastinê ya îro gelekî tê nîqaşkirin, li Mereşê pêşî li qirkirinê hatiye girtin û got, "Eger wê rojê li Mereşê bend û xendek nebûna, di wan êrîşên mezin de wê bi hezaran mirov bihatina qetilkirin. Bi êrîşên destpêkê re şoreşger û şêniyên taxê dest bi xweparastinê kirin û pêşî li komkujiyê girtin. Vê taktîka parastinê, pêşî li qetlîamkeran girt. Li taxên din jî, bi derfetên kêm rê û rêbazên parastinê hatin afirandin.
Tevî astengiya hêzên dewletê jî, şoreşge bi dizî ketin nava taxan û ev taktîka berxwedanê afirandin. Ji texmînan mezintir berxwedanek hat nîşandan. Girîng e bûyerên Mereşê bi tenê bi êrîş û komkujiyê re neyê bîranîn. Di dema komkujiya Mereşê de berxwedaneke rêxistinbûyî û mezin derket holê. Piştî birêxistinkirina navenda bajêr, taktîka xweparastinê li gund û bajarokan jî hat birêxistinkirin."
'KOMKUJIYA MEREŞÊ DERSEK E'
Tûnç anî ziman ku eger îro li dijî komkujiyên li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê berxwedana xendek û bendên gelê Kurd nebe, wê gelek mirovên din jiyana xwe ji dest bidin û got, "Wê hejmara mirovên tên qetilkirin gelekî zêdetir bin. Bi taybetî, berxwedana li cihê tê xwestin komkujî lê were kirin, gelekî girîng e. Bi van êrîşên mezin re hewl tê dayîn komkujî bên kirin, lê bi saya vê berxwedanê, nikarin komkujiyan bikin. Li hemberî van komkujiyan bêguman berxwedan divê. Komkujiya Mereşê derseke dîrokî ye. Li taxên din ên dûrî şoreşger û welatparêzan, mirovan jiyana xwe ji dest dan. Li vê derê rêxistinî û berxwedan derdikeve pêş. Komkujî li taxên bend û xendek lê tinebûn, pêk hat."
Tûnç her wiha destnîşan kir, ku medya mîna her carê di dema Komkujiya Mereşê de jî rastî berevajî nîşan da û qetlîamker parast.