Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi destpêkirina pêngava rizgarkirina gundên Ereb û Kurdan ên başûrê Kobanê, di şeva yekemîn de gundê yekemîn ê bi navê Seharic Cibal ê niştecihên wê Ereb in, rizgar kir.
Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) ku pêngava “Hemleya Paqijkirina Gundewarên Başûrê Kobanê ya Ji Çeteyan” da destpêkirin, bi rizgarkirina gundekî Ereban berdewam dike. Pêngava ku ji başûrê Kobanê destpê kir, destpêkê gundê Seharic Cîbal ê niştecihên wê Ereb in ku beriya hefteyan ji bo ji çeteyan bê rizgarkirin bi hêzên HSD’ê re ketibûn têkiliyê, hate rizgarkirin.
Hêzên HSD’ê ku operasyonê li ser noqteyên çeteyên DAIŞ’ê yên ketina gund û derdora wî pêk anîn, qulubeya nobetê ya çeteyan hat ruxandin. Çeteyan ku li ser vê yekê bi çekan bersiv dan, pêvçûn derket. Li ser êrîşa hêzên HSD’ê çeteyan zêde li ber xwe nedan û bi aliyê Bendava Teşrînê ve paşde kişiyan. Ligel vê yekê jî hat hînbûn ku çeteyan ji bo karibin birevin jî hemwelatiyên gund ji bo xwe wek e mertalên zindî bikar anîn. Lê HSD’ê derbarê vê yekê de tedbîr girtine, da ku ziyan negihêjin welatiyan.Li aliyê din li gor agahiyên pisporên mayînan a HSD’ê dan, çeteyên ku li qadên dagir kiribû pir zêde mayînan çandiye û hêzên HSD’ê bi awayek kontrol pêş dikevin.
Şerûpevçûnên di navbera HSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de cih bi cih didomin.
Hat ragihandin ku di pêvçûnan de kûştî û birîndarên çeteyan hene.
Di seatên pêş de jî, balafirên şer ên Koalisyonê jî li ser koordîneya HSD’ê didin wan, li nuqteyên çeteyan daye.