Êrîşên li Sûrê bi dijwarî didomin
Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên dewleta Tirk di roja 23. de bi dijwarî dewam dikin.
Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên dewleta Tirk di roja 23. de bi dijwarî dewam dikin.
Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên dewleta Tirk di roja 23. de bi dijwarî dewam dikin.
Li navçeya ku di nava şevê de dewleta Tirk gelek leşkerên din bi cih kir, teqînên dijwar rû didin. Di encama berxwedana gel de, polîsên tevgera taybet ên dewleta Tirk neçar man xwe ji hin kolanan vekişînin. Hat ragihandin ku cenazeyên du kesên duh ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hînê li naverastê ne.
AGAHÎ JI MALÊN RASTÎ TOPBARAN TANKAN TÊN, NAYÊ WERGIRTIN
Li taxên navçeyê elektrîk jî hatine birîn. Agahî ji malên ku rastî topbarana tankan tên, nayê wergirtin.
Hat ragihandin ku li taxên xweparastinê yên Hasirli û Savaşê, polîsên tevgera taybet ên Tirk neçar man xwe vekişînin. Tankên li pêşiya Meclîsa Gel a Hasirli bi cih bûne, topan diavêjin malan.
Tê gotin ku tîmên taybet ên Tirk ên li gelek kolanan mal dagir kirine, dîwarên malan hildiweşînin û hewl didin bi pêş de biçin.
Di êrîşên duh êvarê de endamê YDG-H Mesût Sevîktek (Rizgar Lice) jiyana xwe ji dest da. Bi şev jî kesekî navê wî nehat hînbûn, hat qetilkirin.
Cenazeyên Mesût Sevîktek û welatiyê navê xwe nehat hînbûn, hînê li kolanê ne.