Gelê navçeya Artûklû (navçeya navendî ya Mêrdînê) bi armanca şermezarkirina "qedexeya derketina derve" û êrîşên dewletê yên li hemberî gelê Kurd, daket kolanan. Li taxa Saraçoglûyê ciwanan maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep şewitandin.
Komek ji ciwanan rêya li kolana Yeniyolê li çûn û hatinê girt û kontrola nasnameyan kir. Polîsên Tirk bi TOMA û bombeyê gazê êrîşî ciwanên ku agir dadan û bend danîn, kirin. Ciwanan bi xweparastinê bersiv dan êrîşan. Çalakiya ciwanan heta nîvê şevê dewam kir. Di encamê de maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep, bi êrîşa molotof kokteylan hat şewitandin.
Maşîna ku ji aliyê ciwanan ve hat bêbandorkirin, piştî bi saetan ji aliyê maşîneke din a zirxî ve ji taxê hat derxistin.