Hilbijartiyên HDP û DBP'yî li Sûrê nobedê digirin
Hevseroka KCD Selma Irmak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî di nav de, hilbijartiyên HDP û DBP'yî, ji bo şikandina êrîş û dorpêçiya 23 roj in li Sûrê dewam dike, li Sûrê dest bi nobedê kirin.
Hevseroka KCD Selma Irmak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî di nav de, hilbijartiyên HDP û DBP'yî, ji bo şikandina êrîş û dorpêçiya 23 roj in li Sûrê dewam dike, li Sûrê dest bi nobedê kirin.
Hevseroka KCD Selma Irmak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî di nav de, Parlamenterên HDP'ê û hilbijartiyên HDP û DBP'yî, ji bo şikandina êrîş û dorpêçiya 23 roj in li Sûrê dewam dike, li taxa Balikçilarbaşi ya Sûrê ku qedexe lê nîne, dest bi nobedê kirin.
Hilbijartiyên HDP û DBP'yî yên derbasî Navenda Çandê ya Dîcle Firatê bûn, li vir nobedê digirin. Hilbijartinan diyar kirin ku heta dorpêçî û êrîşên li hemberî Sûrê bên qedandin, ew ê çalakiya xwe bidomînin. Hilbijartiyan gotin, "Em ê ji vir neçin. Heta ku dorpêçiya li ser Sûrê bê rakirin, em ê li ber xwe bidin."
Gelê Amedê jî ji bo destekê bide nobeda hilbijartiyan, ber bi navenda çandê ve diherike.