Polîsên Tirk li Kerboranê malbatek gulebaran kir: 2 mirî 3 birîndar

Polîsên Tirk li navçeya Kerboranê malbatek gulebaran kir, Necîm Kiliç (67) û keça wî Sabahat Kiliç (28) qetil kirin, ji ferdên malê 3 kes jî di êrîşê de birîndar kirin.

Polîsên Tirk li navçeya Kerboranê malbatek gulebaran kir, Necîm Kiliç (67) û keça wî Sabahat Kiliç (28) qetil kirin, ji ferdên malê 3 kes jî di êrîşê de birîndar kirin.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê terora dewletê di roja 13. de didome, hêzên dewletê nikare berxwedana gel bişkîne vê carê jî dest bi gulebarana malên gel kir. Necîm Kiliç dema li mala xwe ya li Taxa Safa diçû destavê ji aliyê tîmên taybet hat gulebarankirin, li ser vê jî ferdên malbatê derketin ber derî. Hêzên dewletê bi heman şêwazî li ser ferdên malê jî gule barandin. Di encama gulebaranê de Kiliç û keça wî Sabahat Kiliç jiyana xwe ji dest dan, ji ferdên malbatê jî 3 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê, cenazeyê Necîm Kiliç û Sebahat Kiliç ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin jî şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.