Li Cizîrê tankan top avêtin malan: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
Li maleke ku topên tankên dewleta Tirk le ket, ciwanê bi navê Ferdî Kalkan (20) jiyana xwe ji dest da.
Li maleke ku topên tankên dewleta Tirk le ket, ciwanê bi navê Ferdî Kalkan (20) jiyana xwe ji dest da.
Hêzên dewleta Tirk ên nikarin berxwedana xwerêveberiya gel bişikînin, di nava şevê de bi tankan top avêtin malan. Li maleke ku topên tankên dewleta Tirk le ket, ciwanê bi navê Ferdî Kalkan (20) jiyana xwe ji dest da.
Terora dewleta Tirk a li navçeya Şirnex Cizîrê di roja 11. de dewam dike. Dewleta Tirk ji ber ku berxwedana li taxan nikare bişikîne, bi tankan topan diavêjin nava taxan. Li hemberî vê topbaranê li taxên berxwedanê dengê dirûşma "Bijî Berxwedana Cizîrê" bilind bû.
Ji danê êvarê heta nîvê şevê, li taxa Cûdî gelek malên sivîl tê de ne û ji aliyê Heronan ve hat tespîtkirin, rastî êrîşa tankan û çekên giran hat.
Topbaran û gulereşandina bi çekên giran li Cûdî, Nûr, Yafes û Sûrê, heta ber destê sibehê dewam kir. Ji ber topbaranê gelek xanî hilweşiyan, her wiha şewat derket. Ji ber qedexeyê arkujan nikarîbûn xwe bigihînin cihê şewatê.
Li taxa Cûdî, li maleke ku topa tankê êvarê lê ket, ciwanê bi navê Ferdî Kalkan ê 20 salî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kalkan ji malê hat rakirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Topbaran ji tankan hînê jî dewam dike.