Qetilkirina jinên şoreşger hat protestokirin

Qetilkirina Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên li Stenbolê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hat protestokirin. Li bajarê Dûîsbûrg ê Elman û Brûksel a paytexta Belçîka bi çalakiyên girseyî hatin protestokirin.

Qetilkirina Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên li Stenbolê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hat protestokirin. Li bajarê Dûîsbûrg ê Elman û Brûksel a paytexta Belçîka bi çalakiyên girseyî hatin protestokirin.

DUÎSBÛRG

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanya qetilkirina Yelîz Erbay û Şîrîn Oter a li Stenbolê protesto kirin.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanya saet 17:00’an MLKP, NAV-DEM, ATİK û Însiyatîfa Kurecik li pêşiya HBF’ê kom bûn. Di çalakiyê de wêneyên her du jinên şoreşger ên hatin qetilkirin hilgirtin, bi dirûşmên “Bijî Rêhevaltiya Çeperan”, “Bijî Yekgirtina Şoreşgeran” û “Şehîd Namirin” dawî li çalakiyê hat.

BRUKSEL

Li Bekçîka bi banga Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) girseyek nêzî 300 kesan li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk kom bûn, êrîşên faşîst ên dewlet Tirk protesto kirin.

Di çalakiyê de bi yekgirtina Yekîtiya Hêza Şoreşgeran û bi beşdarbûna zêde ya Tegera Jinên Kurd û her wiha Elewî, Partîzan û Enîya Gel jî cih girt.

Di axaftinê li ser navê Tevgera Jinên Kurd û Federasyona Elewiyan a Belçîkayê hatin kirin de giringî dan ser bilindkirina berxwedanê û xwedî li berxwedana gelê Kurdistanê derketinê.

...