Berxwedana Nisêbînê 'qedexe' rakir

Li Nisêbînê ku terora dewletê ev 10 roj in bênavber lê dewam dike û 4 sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, "qedexeya derketina derve" ji ber ku berxwedana gel nehat şikandin, hat rakirin.

Li 4 taxên Nisêbînê, ku cara 6. derketina derve hat "qedexekirin", ev 10 roj in hêzên dewleta Tirk bi hovane êrîşî gel dikin. Di 21'ê Kanûnê de jî li gelemperiya bajêr derketina derve hat "qedexe"kirin. Ev "qedexe" ji ber ku berxwedana gelê Nisêbînê nehat şikandin, hat rakirin.

Li navçeyê di nava 10 rojên "qedexeyê" de 4 sivîl ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.