KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Sûrê herî kêm çawişekî pispor hat kuştin 5 leşker birîndar bûn
Li Sûrê, şerê ji ber êrîşên hêzên dewletê diqewime, dewam dike. Di şerê li vir de herî kêm çawişekî pispor ê dewleta Tirk hat kuştin. -
Kerboranî di çalakiyê de ne: Ne em, ew ê bibin êsîrê vî şerî
Li Kerboranê pêkanînên qetlîamê di roja 13. de didome, tevî hemû êrîşan jî gel ji milekî qadên xwerêveberiyê diparêze ji milê din jî berxwedana xwe ya li navenda navçeyê didomîne. -
KCK: Berpirsyarên komkujiyan wê bên cezakirin
KCK: Êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li dijî gelê Kurd û demokrasiyê wê werin têkbirin. Êrîş çiqasî giran jî bin, ev berxwedan wê heta dawiyê bidome û berpirsyarên van komkujiyan çi zû çi jî dereng wê werin cezakirin. -
Gelê Hezexê ji bo şikandina dorpêçiyê wê ber bi Cizîrê ve bimeşe!
Gelê Hezexê, ji bo şikandina dorpêçiya bi rojane li ser Cizîrê ye, wê sibe ber bi Cizîrê ve bimeşe. Hevberdevkê Meclîsa Gel a Hezexê Husnû Babat bang li her kesî kir ku beşdarî meşê bibin. -
Zarokê ku kapsula gazê di dest de teqiya, birîndar bû
Li Hezexê, zarokê bi navê S.B. ê 10 salî ku cismek li erdê dît, dema pê dilîst teqiya û birîndar bû. Xeterî heye ku ronahiya çavê aliyê çepê yê S.B. bi temamî biçe. -
Serhildêrekî bêhempa: Mûstafa Gezgor
Mûstafa Gezgor ji aliyê hevrêyê wî Metîn Aslan ve hat vegotin. Aslan diyar kir ku Gezgor xwedî taybetmendiyên berxwedêr, serhildêr, serketî û wêrekiyê bû û destnîşan kir, ku Gezgor gerîlatiya nava bajaran gelekî girîng didît. -
Tevgera hewayî û bomberdûman didomin
Li dijî herêmên gerîla tevgera hewayî û bomberdûmanên artêşa Tirk didome. -
Dewleta Tirk vê carê jî nîjadperestiya xwe li hewayê domand
Hêzên dewletê yên li Cizîrê nikarin bikevin qadên xwerêveberiyê, bi dûmanên ji balafiran ve dixwaze li asîmanên welat hin tiştan xêz bike. -
Ciwanan li Şirnexê bersiv dan êrîşa polîsan
Li navenda Şirnexê ku gelê wê bi rojane li dijî terora dewleta Tirk li ser piyan e, polîsan êrîşî taxa Bahçelîevlerê kirin. Bi bersivdayîna ciwanan re şer derket. -
Li Stewrê meşa xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê
Şêniyên taxa Elfan a Stewrê, ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyê û şermezarkirina êrîşan, meşiyan. -
Ji Însiyatîfa Gel a Amedê bang û hişyariyên girîng
Însiyatîfê diyar kir ku hemû sazî û xebatkarên dewletê di hedefê de ne û got, "Êdî dem hatiye her şêwe çek were bikaranîn. Êdî dem dema çalakî û serhildanên bêdawî ye." -
Li Silopiyayê DAIŞ û Tîma Eseddûllah di dewrê de ye
Li Silopiyaya Şirnexê, hêzên dewletê yên tevî hemû êrîşan jî nikarin bikevin qadên xwerêveberiyê, vê carê jî çeteyên DAIŞ û Tîma Eseddûllah ên ji taxên din wezîfedar kirin. -
Tîmên taybet ên Tirk li Kerboranê zarokek kirin hedef
Li Kerboranê ku êrîş di roja 13. de didomin, tîmên taybet ên Tirk li pêşiya mala wî Mehmet Taşdemîr ê 12 salî bi gulereşanê birîndar kirin. -
Şiyar Baran bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê Şiyar Baran (13) ê duh li Amedê di xwepêşandana ji bo şikandina dorpêçiya li Sûrê de bi guleya polîsên Tirk hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Ozer ê bi guleya polîsan hat qetilkirin ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin
Davût Ozer ê 13 salî yê li Tarsûsê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmek bi beşdariya hezaran kesî hat veşartin. Zarokên di emrê Ozer de li refên pêş ên merasîmê cih girtin. -
Li Silopiyayê ev 4 roj in îşkence li cenaze tê kirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî vîna xwerêveberiyê ya gelê Silopiyayê, di roja 10. de dewam dikin. -
Di 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' de xwerêveberî hat silavkirin
'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê girtin, ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarê Elmanya Saarbruckenê ve tê meşandin. -
Aksoy ê li Cizîrê bi guleya polîsan birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
Lutfu Aksoy ê li Cizîrê bi guleya polîsên dewleta Tirk bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. -
Endamê KNK'ê Akîf: Divê Ewropa veguhere qada serhildanê
Endamê KNK'ê Yaşar Akîf diyar kir ku Kurden li Ewropayê dijîn, ji bo xwedî li xwerêveberiyan derkevin divê dakevin kolanan û got, "Pêwîste ev dem weke demeke awarte bê nirxandin û her der bibe qada serhildanê." -
Cenazeyên 3 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin rakirin Şirnexê
Li Cizîrê, ji 6 kesên ji aliyê tîmên taybet ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, cenazeyên sê ji wan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. -
Boykota xwendekarên li Hezexê dewam dike
Li dijî êrîşên li hemberî xwerêveberiyên li Kurdistanê, boykota dibistanan hefteyek li dû xwe hişt. Li Hezexê, xwendekarên ku ji bo şermezarkirina êrîşan naçin dibistanan diyar kirin, ku heta êrîş bidome, wê boykota wan jî dewam bike. -
Li Bargirî û Qereyaziyê dikan nehatin vekirin
Li dijî êrîşên topyekûn ên tinekirinê yên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, esnafên navçeya Wan Bargirî û navçeya Erzîrom Qereyaziyê dikan venekirin. -
Li Bismilê dikan girtî ne
Bi armanca şermezarkirina terora dewletê ya li Kurdistanê tê meşandin, li Bismilê îro jî dikan nehatin vekirin. Li navçeya ku jiyan lê sekiniye, xwendekar jî neçûn dibistanê. -
Rojnivîsa berxwedêrekî: Ez hînê dareke mezin nebûme
Mûsûr Aslan ê di 19'ê Mijdarê de li Nisêbînê hat qetilkirin, di rojnivîsa xwe ya li ber bendên berxwedanê nivîsî de, bawerî û biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê nivîsand. -
Hêzên dewleta Tirk îro li Cizîrê 2 kes qetil kirin - HAT SERERASTKIRIN
Li Cizîrê, 2 kes îro ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Kesên hatin qetilkirin bi alên spî gihandin ambûlansan û birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.