Aksoy ê li Cizîrê bi guleya polîsan birîndar bû, jiyana xwe ji dest da

Lutfu Aksoy ê li Cizîrê bi guleya polîsên dewleta Tirk bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Lutfu Aksoy ê li Cizîrê bi guleya polîsên dewleta Tirk bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Li Cizîrê, di êrîşa polîsên tevgera taybet ên Tirk de roja 19'ê Kanûnê Lutfu Aksoy bi giranî birîndar bû. Aksoy li servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Aksoy li morga nexweşxaneyê tê ragirtin.