Rojnivîsa berxwedêrekî: Ez hînê dareke mezin nebûme

Mûsûr Aslan ê di 19'ê Mijdarê de li Nisêbînê hat qetilkirin, di rojnivîsa xwe ya li ber bendên berxwedanê nivîsî de, bawerî û biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê nivîsand.

Mûsûr Aslan ê di 19'ê Mijdarê de li Nisêbînê hat qetilkirin, di rojnivîsa xwe ya li ber bendên berxwedanê nivîsî de, bawerî û biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê nivîsand.

Rojnivîsa Aslan bi gotina "Ez hêviya Nisêbînê me" destpê dike û di dema nobeda saet 00.36 a 30'ê Tebaxê de vê axlê destnîşan dike: "Gerdûn bi bedewî û bêdawîbûna xwe re bi şeref û pîroz e. Baweriya min a li cîhan û jiyanê jî, mîna ya gerdûnê ye. Belê ez hînê dareke mezin nebûme. Hînê negihaştime wê hêza mezin ku karibim bi vîna xwe ya mezin berheman biafirînim. Şînkahiya min ji rengê her zindiyekî li cîhanê ji bo armancekê dijî ye. Ez bi hêvî û baweriya xwe dijîm û bi vî rengî jiyana xwe watedar dikim. Bi baweriya xwe dijîm, bi hêviyên xwe re ez jiyana xwe watedar dikim..."

'BAWERÎ HÊZÊ DIDE MIN Û MIN HÎN BÊHTIR TÊKOŞER DIKE'

Aslan di nobeda berxwedanê ya 20'ê Îlonê de jî hestên xwe yên li ser jiyanê bi van hevokan nivîsand: "Stêrkên li ezmanan, dîsa ji dilê min dûr ketin.  Baweriya min a li hember wan stêrkan, roj bi roj geş dibe û bêmirin dibe. Hêvî li min zêde dibe û bi zêdebûna xwe min bilind dike. Bawerî hilmê dide min û hêvî min bi hêz dike. Em ê jiyanek bi agir bidin jiyîn." 

Aslan, di hemû nivîsên xwe de hêvî û biryarbûna azadiyê aniye ziman û rojnivîsek din a ji rojên Aslan jî wiha ye: "Pêwîst e mirov bi biryar be. Eger ku roj di ne vemirandinê bi biryar be, divê ku mirov bibe roj. Roj a ku dide jiyîn. Ji bo mirov divê ku hêviyek hebe."

...