Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mûstafa Gezgor, ku di dawiya sala 1992'an de çû navçeya Riha Pirsûsê û di şerê destpêkê yê li vê derê li dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevrêyê wî Metîn Aslan ve di salvegera şehadetê de hat vegotin. Aslan ji ANF'ê re qala Gezgor kir.
'GELEKÎ ÎŞKENCE LÊ HAT KIRIN, LÊ LI KESÎ MUKUR NEHAT'
We Mûstafa Gezgor çawa nas kirin?
Piştî ku tevgerê biryara vegera li Kurdistanê da û bi pêşengiya Hakî Karer ji bo kar vegera li Kurdistanê hat kirin, li herêma Rihayê yek ji kesên li herêma Rihayê di destpêkê de pê re têkilî hat danîn, tevlî têkoşînê bû, ew bû. Ew bi xwe li Wêranşarê ji dayik bûye, lê bawerim bi eslê xwe ji Sêweregê ye. Min di dema koma destpêkê de navê wî bihîstibû, lê qet lê rast nehatim; heta ku di sala 1986'an de li Girtîgeha Amedê em hev bibînin. Hevalê Gezgor yek ji milîtanên koma destpêkê yên ketin zîndanê bû. Dema hat girtin berxwedaneke mezin nîşan da, tiştekî ku tehdê bide hevrêyên wî, partiyê bixe nava rewşeke zehmet de negotibû; sirên partiyê parastibû. Îşkenceyên giran lê hat kirin. Bi tenê hat girtin, bi tenê ket zîndanê, ji ber ku agahî neda kesî û helwesteke şoreşgerî nîşan da, mîna ku bi xwe artêşeke ket girtîgehê, li kesî mukur nehat. Li gelek girtîgehan hat sirgûnkirin. Di 12'ê Îlonê de li ber xwe da. Di dema 1986'an de li Girtîgeha Amedê min ew dît.
'HEVALÊ KEMAL PÎR GELEKÎ JÊ HEZ DIKIR'
Kîjan taybetmendiyên wî tên bîra te?
Hevalê Gezgor ji xwe re tiştekî balkêş dikir, her tim ji valahiya binê derî diaxivî. Digot, 'Ez Apoyî me, hûn jî dewletê temsîl dikin. Ez li vê derê li gorî pîvanên xwe dijîm, ti pîvanên we ji bo ne hêja ne. Hûn azad in ku îşkenceyê bikin, ez jî azad im ku li ber xwe bidim.' Li her derê helwesteke zelal nîşan dida û ji her alî ve serhildêr bû. Di mijara gerîlatiya nava bajaran de hevalekî bi rastî jî afirîner û wêrek bû. Bêtirs tevlî hemû çalakiyên xwe bû. Gelekî ji hevalê Kemal Pîr hez dikir. Kemal Pîr jî gelekî ji hevalê Mûstafa Gezgor hez dikir. Her carê qala wî dikir. Li zîndana Amedê, hemû projeyên tunelê ji aliyê hevalê Gezgor ve hat amadekirin. Di vî warî de gelekî jêhatî bû. Gelekî afirîner bû. Timî em ecêbmayî dihişt.
'XEYALÊ ÇALAKIYÊN MEZIN DIKIR'
Hûn dikarin qala bîranîneke wî bikin?
Hevalê Gezgor rojekê di tunelê de bû, ji bo kolandinê daketibû. Hinekî pirsgirêka xwe ya dil hebû, lewma li jêrê krîza dil derbas kir. Ji ser hişê xwe çûbû. Heval daketin jêrê û ew derxistin jorê. Ji xwe wê rojê hindik mabû tunela me kifş bibûya. Ji bo wê tunelê hevalê Gezgor jiyana xwe danîbû holê. Ji bo vê çalakiya azadiyê bi ser bixîne, jiyana xwe danîbû holê. Bi taybetî xeyala çalakiyên mezin dikir. Her tim digot, dema ez derketim ez ê pêşniyarê li Rêbertî li partiyê dikim, ji bo li hemberî waliyên rewşa awarte, li hemberî fermandaran çalakî werin lidarxistin. Û ez ê berpirsyariya van hemûyan hilgirim ser milê xwe.'
DIYALOGA BI OCALAN RE
Di sala 1992'an de ji girtîgeha Aydinê derket. Yek ji kesên destpêkê ket zîndanê û destpêkê derket bû. Dema derket çû qada Rêbertiyê û her li dora Rêbertî digeriya. Jê re digot, 'Serokê min, lazim e ez ji we re tiştekî bêjim, lazim e ez bi we re tiştekî nîqaş bikim'. Serok jî her carê hewl dida mijarê biguherîne. Herî dawî di dewreyeke perwerdeyê de Rêbertî jê re got, 'Zamanî (Ji ber ku hevalê Gezgor navê Zamanî bi kar dianî, Serok jê re digot Zamanî) tu yê çi bêjî li vir bêje, li pêş hevalan bêje, em rêxistineke vekirî ne'. Hevalê Gezgor jî got, 'Nabe Serokê min ez nikarim li vir bêjim'. Ya rast, dixwest li ser planên çalakiyê yên gerîlayatiya bajêr biaxive. Piştre bi raporekê re pêşniyar kir, lê belê qebûl nebû. Ji ber ku dikare bikeve nava rewşeke zehmet de, nehat qebûlkirin. Ji ber ku dikarîbû rê li ber windahiyên sivîl veke, rêxisitnê ev rîsk qebûl nekir. Lê belê xeyalê hevalê Gezgor birêxistinkirina gerîlatiya nava bajaran bû. Xeyalê wî mezin û bedew bû.
Herî dawî hûn dixwazin çi bêjin?
'DIVÊ PLANÊN WÎ BI CIH BÊN ANÎN; DIVÊ BÎRANÎNA WÎ WERE JÎNDARKIRIN'
Bi rastî jî ya ku niha pêwîstiya me pê heye, gerîlatiya nava bajêr e. Niha Kurdistan bi êrîşeke mezin re rû bi rû ye. Li hemberî êrîşên tên kirin divê plan û projeyên hevalê Gezgor bi cih werin anîn û bîranîna hevalê Gezgor bê jîndarkirin. Hevalê Gezgor bi lez jiya û bi lez ji nava me çû. Bi rastî jî ji bo me windahiyekî mezin bû. Diviyabû hevalê Gezgor bijiya. Ew ê di vê pêvajoyê de roleke girîng bilîsta. Di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî, minetdarî û hesreteke mezin wî bibîr tînim û li pêşberî têkoşîna wî ya mezin û biryardar bejna xwe ditewînim.