Hêzên dewleta Tirk îro li Cizîrê 2 kes qetil kirin - HAT SERERASTKIRIN
Li Cizîrê, 2 kes îro ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Kesên hatin qetilkirin bi alên spî gihandin ambûlansan û birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Li Cizîrê, 2 kes îro ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Kesên hatin qetilkirin bi alên spî gihandin ambûlansan û birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Li Cizîra Botan, "qedexeya derketina derve" û terora dewleta Tirk di roja 10. de ye. Dewleta Tirk bi 10 hezar leşker, bi hezaran maşînên zirxî û tankan êrîşî qadên xwerêveberiyê dikin. Tevî vê yekê jî nikare bikeve nava taxan. Lê belê dewlet êrîşên xwe bi qetilkirina sivîlan re didomîne.
Li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê, ji ber êrîşa çekdarî ya polîsên dewleta Tirk, bavê 5 zarokan Dîkran Sayaca jiyana xwe ji dest da. Li taxa Nûrê jî Azîme Aşan a 50 salî, ji ber top li mala wê ket, jiyana xwe ji dest da.
Şêniyên taxan bi bilindkirina ala spî, cenazeyên mirovên hatin qetilkirin gihandina ambûlansan û cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Jina bi navê Adîle Karadûman a 55 salî ku derket ber deriyê mala xwe ya li nêzî Mizgeta Şêx Feyzûllah a li Taxa Cûdî, bi guleyên polîsên taybet ên Tirk hat hedefgirtin. Agahiyên ku Adîle Karadûman hatiye qetilkirin hatin, lê hate diyarkirin ku Karadûman hê dijî.