Li Silopiyayê ev 4 roj in îşkence li cenaze tê kirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî vîna xwerêveberiyê ya gelê Silopiyayê, di roja 10. de dewam dikin.

Cenazeyê dayika 12 zarokan Taybet Înan (57) a ku li Silopiyayê ji aliyê hêzên çekdar ên Tirk ve hat kuştin, ji ber êrîşên hêzên dewletê ev 4 roj in ambûlans û welatî nikarin xwe nêzî cihê lê ye bikin, lewma li kolanê ye.

Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî vîna xwerêveberiyê ya gelê Silopiyayê, di roja 10. de dewam dikin.

Dewleta Tirk ku nikare bi hezaran polîs, leşker û bi dehan maşînên zirxî û tankan bikeve nava taxan, êrîşî jin û zarokan dikin û wan qetil dikin. Di nava 10 rojan de 12 sivîl ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatin qetilkirin. Ji van bi tenê cenazeyê Suleyman Çoban (70) hat veşartin û cenazeyê Îbrahîm Bîlgîç (18) rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

4 ROJ IN CENAZE NIKARE JI NAVERASTÊ BÊ RAKIRIN

Cenazeyê dayika 12 zarokan Taybet Înan (57) a li Taxa Nûrê berî 4 rojan li ber deriyê mala xwe ji aliyê tîmên taybet ên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, ev çar roj in ji ber êrîşên dewletê nikare ji kolana lê hat qetilkirin bê rakirin. Tevî hemû hewldanên Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Ferhat Encu, destûra xwegihandina cenaze nayê dayîn.

Hat ragihandin ku hevserê Taybet Înan Halît Înan jî bi giranî birîndar e û agahî jê nayê girtin.