Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku dewleta Tirk a ku dike nake nikare bexwedana gelê Kurd bişikîne, hîn bêhtir dîn û har bûye. KCK'ê destnîşa kir, ku berxwedana li dijî vê hêza faşîst, karekî pîroz e û got, "Êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li dijî gelê Kurd û demokrasiyê wê werin têkbirin. Êrîş çiqasî giran jî bin, ev berxwedan wê heta dawiyê bidome û berpirsyarên van komkujiyan çi zû çi jî dereng wê werin cezakirin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk hem pirsgirêka Kurd bêçareserî hiştiye, hem jî bi şêweyekî dîn û har êrîşî îlana jiyaan demokratîk û azad a gelê Kurd bi xwerêveberiyan re ragihandiye, dike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her roj jin, zarok, ciwan û extiyar mirovan qetil dikin. Xaniyan dide ber xwe û yek bi yek bi hilweşandina xaniyan re hewl dide bikeve nava taxan. Di şerên herî mezin ên dîroka mirovahiyê de jî nehatiye dîtin, ku mirov tî bê hiştin û bi vî rengî teslîm were girtin. Polîtîkayeke gemarî ya ewçend bê exlaq, bê wijdan tê meşandin. Ev şerê gemarî ji bo şikandina vîna gelê sivîl tê kirin."
'DEWLETA TIRK A NIKARE BERXWEDANÊ BIŞIKÎNE, DÎN Û HAR DIBE'
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Dewleta Tirk hêzeke mezin a leşker û polîsên xwe bi kar tîne û tevî van êrîşên giran jî nikare berxwedana gelê Kurd bişikîne. Lewma bêhtir dîn û har dibe. Di şerê gemarî de derketiye asta herî bilind. Bi deh hezaran leşker, bi hezaran polîs û bi sedan tank û maşînên zirxî dor li navçeyên nifûsa xwe sed hezar e, pêçandine. Bajar rasterast tên bombekirin. Radixe pêş çavan ku hêzeke dagirker e. Tevî ku vî şerî ji bo şikandina hesreta jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd dimeşîne jî, hewl dide vî şerê xwe yê gemarî weke rizgariya ji parçebûna welêt nîşan bide. Ew bi xwe, bi artêşa xwe, bi çeteyên xwe yên jê re dibêjin tevgera taybet, cihêkariya herî mezin dikin û êrîşî têkoşîna yekîtiya demokratîk û azad a gelê Kurd dikin.
Êrîşên dewleta Tirk, bi rê û rêbazên ku di dîroka cîhanê de kêm caran hatiye dîtin, bi rêbazên herî gemarî tên meşandin û encamên xwe jî giran dibe. Rojek nîne ku jin, zarok û extiyar nekuştine. Ji ber ku jin pêşeng û stûna şoreşê ne, herî zêde êrîşî wan dikin û tevî zarokên wan wan qetil dikin. Bi tenê di nava du sê mehan de zêdeyî 50 zarok hatin qetilkirin. Ev rewş bi xwe jî, karakterê şerê gemarî yê dewleta Tirk radixe pêş çavan. Bi qasî vê hejmarê jin û extiyar hatine qetilkirin. Bi dehan ciwan, di berxwedana li dijî van êrîşan de şehîd ketin.
Ew dîmenê duh ê li Silopiyayê, ku nîşan dida bê çawa xizm û dayika zarokê 11 salî yê hat qetilkirin ew dibirin nexweşxaneyê, karakterê êrîşên îro yên li Kurdistanê nîşan daye. Ew dîmen, cewhera şerê li Kurdistanê tê meşandin e.
Di ti şerî de nehatiye dîtin ku gel tî hatiye hiştin. Tî hiştina gel nîşan dide ku dewleta Tirk bi kîjan rêbazên gemarî vî şerî dimeşîne. Depoyên avê yên li ser malan hedef tên girtin û tên parçekirin. Trafo tên teqandin. Bi awayekî zelal û li pêş çavan tê dîtin, ku kî dixwaze jiyanê li gel biherimîne û gel esîr bigire."
LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN WÊ XENDEK JÎ BÊN KOLANDIN, WÊ BEND JÎ WERIN AVAKIRIN
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Bêguman wê li hemberî hemû êrîşan xendek jî bên kolandin, bend jî werin danîn. Xendek û bend her tim ji bo parastinê hatine avakirin. Eger li cihekî xendek û bend hebe, hingî li wê derê êrîşkarekî ji aliyê çekê ve serdest e, heye.
Gelê Kurd li hemberî çaresernekirina pirsigrêka Kurd bêguman wê çareseriya xwe bixe rojevê û li hemberî êrîşan li ber xwe bide. Nasname, ziman, çand û hebûna gelê Kurd di xeteriyê de ne, jiyana azad û demokratîk jê re nayê naskirin. Lewma mafê kesî nîne ku li hemberî berxwedana gelê Kurd derkeve. Gelê Kurd mafê ti kesî ji dest negirtiye, maf û hiqûqa xwe diparêze. Ti kes nikare bêje ku muktesebata dewleta Tirk a binpêkirina gelê Kurd û serdestiya li ser gelê Kurd heye.
Tevgera Azadiyê ya Kurd, gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, nêzîkatiya herî maqûl nîşan dane. Xwedayên zalim ên di mîteolojiyê de jî nikarin vê nêzîkatiya me ya maqûl înkar bikin. Hikûmeta AKP'ê ya ku vê nêzîkatiya maqûl îstîsmar dike, bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd re dibêje qey ew ê vîna gelê Kurd bieciqîne. Ji rewşa îro derketiye holê hikûmeta AKP'ê berpirsyar e. Dewleta Tirk a ku bi deh hezaran leşker, tank û topan êrîşî gel dike û her roj jin û zarokan qetil dike, zîhniyet û polîtîkaya xwe bi awayekî vekirî radixe pêş çavan. Ji xwe ev hikûmet ev saleke her roj dibêje em ê asayîşê pek bînin, em ê we yek bi yek bieciqînin.
BERXWEDANA LI DIJÎ VÊ HÊZA FAŞÎST, PÎROZ E
Em ê heta dawiyê bimeşin, li dijî vê hêza faşîst a dibêje ez ê bieciqînim, berxwedana tê meşandin pîroz e. Gelê Kurd îro li her derê, bi taybetî li herêmên xwerêveberiyê bi lehengî li ber xwe dide. Yek ji mezintirîn berxwedana dîroka mirovahiyê, berxwedana dîroka Kurdan tê jiyîn. Ev berxwedan her roj mezin û berfireh dibe. Heta ku ev zîhniyeta qirkirina çandî were şikandin, gelê Kurd azad bibe û Tirkiye demokratîk bibe, wê ev berxwedan bidome.
DIVÊ GELÊ KURD LI TI DERÊ BÊ DENG NEMÎNE
Îro berxwedanên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Kerboran, Gever, Farqîn, Bismil, Dêrik û Gimgimê, berxwedana jiyana azad û demokratîk a tevahî gelê Kurd e. Divê tevahî gelê Kurd, li dijî van êrîşên giran li ti derê bê deng nemîne. Serketina vê berxwedanê wê jiyana azad û demokratîk a tevahî gelê Kurd pêk bîne. Kesên ku dixwazin vê berxwedanê bişkînin, heman kesên ku dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin e. Ji ber vê jî Ameda duyemîn a Kurdistanê Wan, di serî de Bazîd herêma Serhedê, navenda Garzanê Êlih, cihê ku pêngava 15’ê Tebaxê destpê kir û dilê Botanê Sêrt, bajarê Pêxemberan Riha, ocaxa Kurdên Elewî û ji kelheyên berxwedanê yên Kurdistanê Dêrsim, Çewlik a ku ruhê berxwedana gelê Kurd ava kiriye û zanayê Berxwedana 14’ê Tirmehê Xeyrî mezin kiriye û tevahî bajar, bajarok, gund ên Kurdistanê ji bo xwedîderketina berxwedanên xwerêveberiyan divê rabin ser piyan.
Gelê me yê di salên 1990’î de bi şerê qirêj gundên wan hatin şewitandin, hilweşandin û koçberî metropolan hatin kirin, gelê me yê bi şerê taybet ji bo bêmirovhiştina Kurdistanê koçî metropolan hatin kirin, niha jî pêwîst e bibînin ku bajar, bajarokên Kurdistanê tên xerakirin, hilweşandin, şewitandin û hewl didin îradeya gelê Kurd bişkînin û divê rabin ser piyan. Di serî de ciwanên Kurd, gelê me yê li metropolan divê nîşanî vê hikûmeta zalim, faşîst û çeteyên wan bidin ku wê nikaribin Kurdistanê hilweşînin û bişewitînin.
ÊRÎŞ LI DIJÎ JIYANA AZAD Û DEMOKRATÎK A GELÊ TIRKIYEYÊ NE
Pêwîst e tevahî gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê bizanibin ku êrîşên li dijî Kurdistanê ne tenê li hember jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd e, êrîşên li dijî jiyana azad û demokratîk a tevahî Tirkiyeyê ye. berxwedanên xwerêveberiyê yên gelê Kurd, di heman demê de pêngava demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Ev êrîşên li dijî pêngava xwerêveberiyan, êrîşên li dijî jiyana azad û demokratîk a gelên Tirkiyeyê ye. Divê tevahî gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin, ji bo jiyanek azad û demokratîk a bi gelê Kurd ê xwiş û bira re rabin ser piyan û têkoşîna demokrasiya hevpar mezin bikin.
DIVÊ MIROVAHIYA PÊŞVERÛ LI HEMBER HIKÛMETA AKP XWEDÎ HELWEST BE
Tevahî hêzên demokrasiyê yên cîhanê, sosyalîst û mirovahiya pêşverû, saziyên mafên mirovan, hêzên li hember demokrasî û mafên mirovan hêstiyar divê vê zilm û qetlîama li ser gelê Kurd bibînin, wek 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li dijî dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê xwedî helwest bin. Bi helwestgirtina li hember van êrîşan ve divê deynin holê ku li hember êrîşên li dijî demokrasî, azadî û mafên mirovan bê deng namînin.”
BERXWEDAN WÊ HETA DAWÎ BIDOME
Daxuyaniya KCK’ê wiha bi dawî bû: “Em careke din destnîşan dikin, bi bîr dixin û soza xwe dûbare dikin: Ev êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li dijî demokrasiyê û bi dijminantiya Kurd wê têk biçin, Gelê Kurd wê bigihêje jiyanek azad û demokratîk, Tirkiye jî wê bigihêje demokrasiyê. Êrîş çiqasî giran dibin bila bibin wê berxwedan heta dawiyê bidome, berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin.”