Dewleta Tirk vê carê jî nîjadperestiya xwe li hewayê domand

Hêzên dewletê yên li Cizîrê nikarin bikevin qadên xwerêveberiyê, bi dûmanên ji balafiran ve dixwaze li asîmanên welat hin tiştan xêz bike.

Li Cizîrê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd di roja 10. de didome, leşker û polîsên ji ber nikarin berxwedana xwerêveberiyê bişkînin û bikevin taxan, sivîlan dikin hedef, niha jî serî li rêbazên şerê psîkolojîk didin. Polîs û leşker ên berî niha li kolanên Farqînê, bi îmzeya Tîma Esedullah ve axaftinên nijadperest nivîsandibûn, vê carê jî ji ber nikarin berxwedanê bişkînin, bikevin taxan û nivîsên xwe binivîsînin, hewl didin van nivîsana bi balafiran binivîsînin.

Balafirên şer ên li asoyê navçeyê digerin tevgerên akrobatîk dikin, bi dûmanên ji balafiran ve sê hîlalan, ala Tirkan û bi Erebî nivîsa “Xwedê” li ser asoyê Cizirê xêz dikin, faşîzma Tirk-Îslamê li ser gelê Kurd ferz dikin.

Kurdistaniyan li dijî tevgerên van balafirana wiha bertek nîşan dan: “Hûn ê nekevin kolanên me û hûn ê asoyên me jî biterikînin.”

Li navenda bajarê Şirnexê jî balafirên şer hewl dan sê hîlalan ku sembola senteza Tirk-Îslamê ye, xêz bikin.

Gel li dijî van tevgerên faşîzan bertekan nîşan dide.

...