Zarokê ku kapsula gazê di dest de teqiya, birîndar bû

Li Hezexê, zarokê bi navê S.B. ê 10 salî ku cismek li erdê dît, dema pê dilîst teqiya û birîndar bû. Xeterî heye ku ronahiya çavê aliyê çepê yê S.B. bi temamî biçe.

Li taxa Aşagi ya navçeya Şirnex Hezexê, di êrîşa polîsan a beriya 2 rojan de cismekî ku tê gotin kapsula gazê ye, yê li hemberî gel hat bikaranîn, bû sedema birîndarbûna zarokekî.

Ji ber teqîna vî cismê ku S.B. ê li erdê dît, ev zarokê 10 salî ji çav û rûyê xwe birîndar bû.

Welatiyan S.B. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

S.B. li servîsa lezgîn tê ragirtin. Tê gotin ku ji ber teqînê ronahiya çavê wî yê çepê bi giranî çûye û xeterî heye ku ev çavê wî bi temamî nebîne.