Kerboranî di çalakiyê de ne: Ne em, ew ê bibin êsîrê vî şerî
Li Kerboranê pêkanînên qetlîamê di roja 13. de didome, tevî hemû êrîşan jî gel ji milekî qadên xwerêveberiyê diparêze ji milê din jî berxwedana xwe ya li navenda navçeyê didomîne.
Li Kerboranê pêkanînên qetlîamê di roja 13. de didome, tevî hemû êrîşan jî gel ji milekî qadên xwerêveberiyê diparêze ji milê din jî berxwedana xwe ya li navenda navçeyê didomîne.
Li Kerboranê pêkanînên qetlîamê di roja 13. de didome, tevî hemû êrîşan jî gel ji milekî qadên xwerêveberiyê diparêze ji milê din jî berxwedana xwe ya li navenda navçeyê didomîne. Gel li taxên Saray û Tepebaşi bi çalakiya rûniştinê ve dorpêç protesto kir, wiha hat gotin: “Em bimirin jî em ê li ser axa xwe bimirin, ne em, ew ê bibin êsîrê vî şerî.”
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê pêkanînên qetlîaman di roja 13. de didomin. Gel ji bo şkandina dorpêçê li taxên Saray û Tepebaşi dest bi çalakiya rûniştinê kir, dirûşmên, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” û “Bijî Berxwedana Kerboran” berz kir. Li ser navê girseyê Gulê Kaya axivî, got bi êrîş û dorpêçê ve dewlet hewl dide wan ji ser axa wan koçber bike, wiha got: “Kurd her diçe zêdetir tên cem hev û hewl didin berxwedana xwe mezintir bikin. Hêzên dewletê dixwazin bi qutkirina elektrîk û avê ve me koçber bike. Lê em dizanin bê ka jiyan li ser vê axê çawa dibe. Eger ê wan tank û topên wan hebin, ên me jî tilîlî û barîqatên me hene. Eger em bimirin jî em ê li ser axa xwe bimirin. Ev 13 roj in qedexe heye. Ne em, ew ê bibin êsîrê vî şerî.”
Çalakiya rûniştinê ya gel bi dirûşm û govendên berxwedanê ve dom dike.