KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li pêşiya NY hat protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li pêşiya Navenda Giştî ya NY hat protestokirin, têkîldarî mijarê dosyayek radestî rayedarên NY hate kirin. -
Êrîşên dewleta Tirk li DYA hat protestokirin
Li bajarê San Fransîsco yê DYA, terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê hat protestokirin. -
YDG-H: Gel li hember leşker û tîmên taybet berxwedanek topyekûn raber dike
YDG-H, diyar kir ku di çalakiya li taxa Nûrê ya Cîzîrê ya li hember wesayîta zîrxî de 5 tîmên taybet ên dewleta Tirk hatin kuştin. -
Jin wê li Qoserê rêveberiya awarte protesto bikin
Kongreya Jinên Azad (KJA) wê sibehê bi daxuyaniyek çapemeniyê ve li Qoserê pêkanînên rêveberiya awarte û êrîşên li dijî gel protesto bikin. -
Top avêtin nêzî girseya ber bi Cizîrê ve dimeşe
Welatiyên ku di nav de parlamenterên HDP'ê jî hene û ji bo ku dorpêça li Cizîr û Silopiyayê bişikênin ji ciyayê Cûdî hewl didin xwe bigihînin navçeyan, rastî topebaranê tên. ji Tabura Tank a Hîsarê top tên avêtin. -
Çalakiya kon a jinan li Dusseldorfê destpê kir
Li ser banga TJK-E, çalakiya kon a “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu” ya 21-24’ê Kanûnê pêk tê, destpê kir. -
Li Nisêbînê sewqiyata leşker û ambûlansan
Piştî qedexeya kolanan a vê sibehê li tevahî Nisêbînê pêk hat, gelek leşker û ambûlans hatin navçeyê. -
YDG-H Qoser: Em li taxan serhildanê mezin bikin
YDG-H Qoser di daxuyaniya xwe de li dijî pêkanînên rêveberiya awarte û êrîşan bang li gelê Qoserê kir ku serhildanê mezin bikin. -
Zarokên li Cizîrê birîndar bûn birin Şirnexê
Li navçeya Cizîrê zarokên bi navên Mevlît Şîmşek (11) û Yakup Yildirim (17) ê ji aliyê leşker û polîsan hatin birîndarkirin rakirin Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê. -
Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gundê Qereqozaxê kirin
Çeteyên DAÎŞ’ê, ji çeperên Başûrê Cerablûsê 19-20’ê Kanûnê êrîş li hember gundê Qereqozax ê dikeve Başûrrojavayê Kobanê pêk anîn. -
Li Leverkûsen û Lyon bîranîna qetlîama Mereşê
Li bajarên Leverkûsen ê Elmanya û Lyon ê Fransa, kesên di qetlîama Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. -
Li Silopiyayê polîs bi zorê gel ji malên wan derdixin
Hate diyarkirin ku li Silopiyayê ya ku êrîş lê zêde bûne, tîmên taybet ên Tirk diçin malên welatiyên li taxên Nûh û Başak ên ku barîqat lê tinene, welatiyan derb dikin û bi zorê wan ji malên wan derdixin. -
Amed li dijî dorpêçê li kolanan e
Li dijî êrîşên li hember gel û dorpêça li ser Bakurê Kurdistanê ya AKP’ê, Amedî li kolanan e. -
Şirnexî ji çar aliyan ve diherikin Cîzîr û Sîlopiyê
Şirnexî ji çar aliyan ve bi armanca dorpêça qetlîamê ya li ser Cîzîr û Sîlopiyê bişkînin û xwedî li xwerêveberiyan derkevin ber bi Cîzîr û Sîlopiya ve ketin rê. -
Li Brîghtonê li hember AKP’ê banga Camîaya navnetewî kir
Li bajarê Brightonê ya Îngiltere, polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê yên li ser Bakûrê Kurdistanê hat protestokirin. -
Nisêbînî li kolanan govenda berxwedanê geş dikin
Li navçeya Nisêbînê li dijî qedexe û êrîşên hêzên dewletê gel berxwedanê bilind dike. Hemwelatiyên qedexeyan nas nakin li ber mûzîkê govenda berxwedanê geş dikin. -
Li dijî herêmên gerîla êrîşên hewayî
HPG’ê da xuyakirin ku balafirên şer ên Tirk mintiqaya Geliyê Pîsaxa ya li herêma Heftanînê û qada Gundê Qumrê ya girêdayî Metînayê bomberdûman kirin. -
‘Em serhildanan derxînin asta herî jor’
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Botanê da xuyakirin ku heta dorpêç rabe wê berxwedan dewam bike. Însiyatîfê banga serhildana topyekûn û li dijî faşîzmê avakirina eniya berxwedanê ya şoreşger-demokratîk kir. -
Li Wanê banga tevlîbûna çalakiya sibehê hat kirin
Hevserokatiya Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Bajarê Wanê, bang li gelê Wanê kir ku li dijî êrîşên polîsan ên li ser Wanê, wê sibehê saet 12.00’an li Parka Feqiyê Teyran kom bibin. -
Êrîşên tankan ên li ser Taxa Cûdî zêde bûn
Topbarana tankan a li ser Taxa Cûdî ya Cizîrê û hewldanên ketina taxê didomin. -
Dorpêç û êrîş li Dêrikê hatin protestokirin
Pêkanînên qedexeyên kolanan û rêveberiyên awarte yên li ser Kurdistanê ji aliyê Nûnertiya Şaxa Dêrikê ya SES’ê hate protestokirin. -
Hêzên dewleta Tirk li Silopiyayê zarokekî 11 salî qetil kirin
Zarokê bi navê Mehmet Mete (11) di encama topbarana tankan a li male wî ya li Taxa Karşiyaka ya Silopiyayê ket de hat qetilkirin. -
Polîsan li Hezêxê gule li serê zarokekî xistin
Di ser ciwanên ku li ser zevîyê li Taxa Aşagi ya Hezexê digeriyan de polîsan guleyên plastîk barandin. Di encama êrîşê de zarokê bi navê M.B. (17) ji serê xwe birîndar bû. -
Roj roja xwedîderketina li Sûrê ye
Bi armanca şermezarkirina terora dewletê ya 20 roj in li Sûrê bênavber dimeşîne, Amedî ber bi Qeymeqamtiya Baglarê ve meşiyan. Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp li vir peyivî û got, "Roj roja xwedîderketina li Sûrê ye." -
Cenazeya Bûntekîn a hate qetilkirin nikarin rakin morgê
Cenazeya Ayşe Bûntekîn a dayika 10 zarokan ku duh danê êvarî ji aliyê hêzên dewleta Tirk hate qetilkirin, ji ber topbaranê nikarin rakin morgê.