Cenazeya Bûntekîn a hate qetilkirin nikarin rakin morgê

Cenazeya Ayşe Bûntekîn a dayika 10 zarokan ku duh danê êvarî ji aliyê hêzên dewleta Tirk hate qetilkirin, ji ber topbaranê nikarin rakin morgê.

Cenazeya Ayşe Bûntekîn a dayika 10 zarokan ku duh danê êvarî li pêşiya mala xwe ya Taxa Cûdî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hate qetilkirin, ji ber topbaranê nikarin rakin morgê. Hevserê wê Abdûllah Bûrûntekîn got ji ber topbaranê ambûlans nikarin bikevin taxê.

Bûrûntekîn ragihand ku qismet ji zarokan li malê ne û li ser cenazeya dayika xwe rawestiyane, wiha domand: “Hevsera min duh êvarî bû hedefa sekvanan. Xwîn winda dikir, lê tevê ku me bi çendan caran bang li ambûlansan jî kir, gotin ji ber destûrê nadin wan nikarin bikevin taxan. Hevsera min li ber çavên zarokên min hate qetilkirin. Niha jî em dixwazin beriya cenazeyê wê xera bibe em rakin morgê. Lê destûrê nadin vê jî. Em dixwazin parlamenter tavilê bikevin nav tevgerê. Ji ber cenazeyê hevsera min di hundir de ye, zarokên min jî rewşa wan bi her awayî ne baş dibe.”