Şirnexî ji çar aliyan ve diherikin Cîzîr û Sîlopiyê
Şirnexî ji çar aliyan ve bi armanca dorpêça qetlîamê ya li ser Cîzîr û Sîlopiyê bişkînin û xwedî li xwerêveberiyan derkevin ber bi Cîzîr û Sîlopiya ve ketin rê.
Şirnexî ji çar aliyan ve bi armanca dorpêça qetlîamê ya li ser Cîzîr û Sîlopiyê bişkînin û xwedî li xwerêveberiyan derkevin ber bi Cîzîr û Sîlopiya ve ketin rê.
Şirnexî ji çar aliyan ve bi armanca dorpêça qetlîamê ya li ser Cîzîr û Sîlopiyê bişkînin û xwedî li xwerêveberiyan derkevin ber bi Cîzîr û Sîlopiya ve ketin rê.
Li Şirnexê ji bo dorpêça li dijî gelê Sîlopiya ya bi rojan e berdewam dike, ji gund, bajarok û navçeyan welatiyên ku derketin rê, li gel astengiyan jî meşa xwe berdewam dikin. Serê sibehê welatiyên ku ji navenda bajar daketin ser rêya hawirdorê û xwestin ber bi Silopiya û Cizîrê bimeşin, rastî êrîşa polîsan hatin, pevçûn li taxên bajar didome. Welatî bi rêya çiyayî hewl didin ku xwe bigihînin navçeyan. Ciwanên li Qada Omer Kabak kom bûn jî li qadê bend danîn û xweparastinê pêk tînin. Ciwanên ku agir pêxistin li pişt bendan sekna xwe didomînin. Polîs li dijî xweparastinê çekan bikar tînin. Pevçûn di navbera ciwan û polîsan de li taxan didome, dengê çekan hê jî bilind dibe.
BI TRAKTORAN VE DIÇIN ÇIYAYÊ CÛDÎ
Welatî, li ser rêya Cizîr û Sîlopiyê bi wesayît û traktoran rêya xwe didomînin. Welatiyên ku ji kanên komirê tên ji bo piştgiriyê hewl didin xwe bigihînin li Cizîrê ya li mewkiya nêzî lûtkeya çiyayê Cûdiyê ye.
QILABAN Û ŞENOBA LI SER RÊYAN E
Ji gundên Andaç û Ortakoy ên Qilabanê bi sedan kesên ku ji bo şkandina dorpêça li Cizîr û Sîlopiyê di veqetîna rêya Xabûr 2 de ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Gel li vir daxuyanî da çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar xist. Li ser navê girseyê Serokê Meclîsa Giştî ya Şirnexê Erşed Edîş axivî û diyar kir ku Qesir û AKP daxwazên gelê Kurd ên rewa ji nedîtî ve tên û bê hiqûqî qedexeyan îlan dike. Edîş wiha axivî: "AKP û qesir ji bo ku îradeya gelê Kurd bişikîne ev şer daye destpêkirin em jî ji bo bi gelê xwe re bin derketin rê. Di têkoşîna mafdar a 40 salan de gelê Kurd serê xwe netewandiye. Em ê li dijî AKP'ê û çeteyan serê xwe netewînin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin."
SEKNA QILABANIYAN DIDOME
Bi hezaran kesên ku ji Şenobaya Qilabanê li dijî dorpêça Cizîr û Sîlopiyê li ser rê ne. Bi hezaran kes bi dirûşman meşa xwe didomînin. Li dijî êrîşên li hemberî xwerêveberiyan hêrsa xwe tînin ziman. Welatiyên ku ji aliyê leşkeran ve tên rawestandin bi şikandina barîkatan meşa xwe bidomînin.
'TI HÊZ NIKARE ME JI RÊYA ME VEGERÎNE'
Parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk a ku bi gel re hewl dide xwe bigihîne Cizîr û Sîlopiyê diyar kir ku heta xwe bigihînin wê nesekinin. Bîrlîk anî ziman ku ti hêz nikare wan ji rêya wan vegerîne.